Konferansa 'Tirkiye: Li welatekî bendbendîbûyî parastina azadî û mafên rojnamevanan' destpê kir

Konferansa ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê û Civata Rojnameên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin, destpê kir.

Konferansa 'Tirkiye: Li welatekî bendbenîbûyî parastina azadî û mafên rojnamevanan' ya ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê û Civata Rojnameên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin, destpê kir.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê Ûgûr Guç ve hat kirin. Guç qewimînên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kurteber kir û got, "Welat xistin nava rewşeke kaosê, ku hemû pirsgirêkan negirîng dibîne." 

GUÇ: BI DENGEKÎ BILIND CAREKE DIBÊJIM AŞTÎ

Guç komkujiya Pirsûsê ku 32 şoreşger lê hatin qetilkirin bibîr xist û got, "Di nava gel de bendewariyek hebû ku li hemberî DAIŞ'ê operasyon were meşandin, lê jetan bombe li Qendîlê barandin. Operasyonên li dijî PKK'ê destpê kirin. Zêdeyî 100 herêm, bi qanûnên ji aliyê AKP'ê ve berê hatibûn amadekirin weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet' hatin îlankirin. Piştre Serokkomar li gorî teamûlan tevnegeriya û berî ku wezîfeya avakirina hikûmetê bide partiya duyemîn, biryar da ku di 1'ê Mijdarê de hilbijartin ji nû ve were kirin. Li aliyekî nîqaşên li ser hikûmeta hilbijartinê dewam dikir, li aliyê din jî nûçeyên li ser mirinan roj bi roj gihaştin me."

Guç bal kişand ser mirinên li bajarên Kurdan rû didin û da zanîn ku li gel vê rewşê, 103 malperên nûçeyan ên mûxalîf rastî astengiyan hatin.

Guç êrîşa li hemberî Hurriyetê jî bibîr xist û got, "Di rewşeek ku me behsa demokrasî, mafên mirovan û azadiya çapemeniyê dikirin de, e ketin rewşeke çawa. Hînê ne bawerim ku hilbijartin werin kirin. Şerê li Sûriyeyê ji zûdeyî gihaştiye vê derê."

Guç axaftina xwe wiha dewam kir: "Rojhilata Navîn dilê tevahiya cîhanê ye. Eger xwîn ji dilê mirovahiyê tê, wê çaxê mirina mirovahiyê nêz e.

Eger mirovahî bimire, wijdan bimire, wê şîdet li tevahiya cîhanê serdest be. Me digot qey wêneyê pitik Alan wijdanê mirovahiyê hejandiye.

Lê belê pihîna ku me li Macarîstanê dît, nîşanî me da ku me xwe xapandine. Em hemû di destpêkê de mirov in, dûre rojnamevan in. Bi qasî ku mirovahiya xwe ji bîr bike eger ber çavên me reş bûye, hingî em ê nikaribin pêşiya xwe bibînin.

Weke Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê li her platformê, ne şer, em peyva aştiyê diqîrin. Em bang li hempîşeyên xwe dikin ku dev ji gotinên nefretê berdin û rojnamevaniya aştiyê bikin.

Em dixwazin şerê ev 4 sal in li Sûriyeyê dimeşe, bi dawî bibe. Ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê, ne jÎ li erdnîgariyeke din bila mirov nemirin.

Êşa ku ev gel dikişînin, ev mirov dikişînin, êdî bes e.

Tiştekî ecêb e, yên dibêjin 'aştî' êdî weke terorîstan tên darizandin.

Ez li xwe mukur têm, îro bi dengekî bilindtir ez dibêjim AŞTÎ."

Piştî axaftina Guç, Serokê IFM Jîm Boûmelha, Alîkarê Serokê Beşa Enformasyon û Çapemeniyê yê karên Siyasî yê Şandeiya YE Tirkiyeyê Andrea Schmîdt, Serokê Civata Rojnamevanan a Tirkiyeyê Tûrgay Olcayto, Berpirsyarê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê Mûstafa Kûlelî axivîn.

Konferans wê bi rûniştina bi serenavê "Li Tirkiykeyê azadiya çapemeniyê" dewam bike.