Konferansa rêxistinên komunîst destek dan Kobanê
Konferansa rêxistinên komunîst destek dan Kobanê
Konferansa rêxistinên komunîst destek dan Kobanê
Gelek rêxistinên çep ên beşdarî konferansa "Kobanê û Rojhilata Navîn" a li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê bûn, destnîşan kirin ku divê xwedî li destketiyên Kobanê were derketin. Di konferansê de ji ber dewariya qedexeya PKK'ê rexne li Elmanyayê hat kirin.
MLKP û MLPD'ê li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê, bi mijara "Kobanê û Rojhilata Navîn" konferansek lidar xistin. Di konferansa ku ICOR'ê jî destek dayê de, rêxistinên weke REBEU, MKP, TKP/ML, TKÎP, Eniya Rizgariya Demokratîk a Filistînê (FDKC), Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Rode Morgen, Rod Aksion, Partiya Komunîst a Îranê (Komala), Avabûna Komunîst, KCD-E, NAV-DEM amade bûn.
Di nîqaşên li konferansê de bal hat kişandin ser girîngiya berxwedana Kobanê û hat destnîşankirin, ku divê qedexeya li ser PKK'ê ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, bê rakirin.
Li ser navê MLPD Stefan Engel axaftina vekirinê ya konferansê kir û da zanîn ku Kobanê li Rojhilata Navîn di nuqteyeke girîng de ye. Engel got, "Li Kobanê li dijî hêzên emperyalîst û paşverû, berxwedaneke bêeman heye. Îro li wê derê sîstemeke demokratîk û xwe dispêre azadiyan, ava bûye. Rastiyeke ku êrîşên DAIŞ'ê ji aliyê paşverûyên herêmê ve tê kirin."
'DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BÊ RAKIRIN'
Parêzer Roland Meister jî qedexeya li ser PKK'ê şiband qedexeya Partiya Komunîst a Elman û got, "Vî mejî, Partiya Komunîst a Elmanya jî qedexe kir. Li dijî bi sed hezaran kesî doz hat vekirin. Bi mîlyonan mirov bûn mexdûrê vê. Qedexeya li ser PKK'ê jî encameke vê nêrînê ye. Doza Dusseldorfê mînakeke şênber e. Di rewşeke ku rêxistinên li Filistîn û Afrîka Başûr tên parastin de, qedexeya li ser PKK'ê dewam dike."
Meister ragihand ku di wergirtin û bicihanîna vê biryarê de, têkiliyên berjewendiyên navbera Tirkiye û Elmanya bi bandor e û got, "Saziyên Kurdan hemû hatin krîmînalîzekirin û koçberên Kurd mexdûr bûn."
Di konferansa ku tevahiya rojê dewam kir de, peyamên piştgirîdayîna Kobanê hatin dayîn. Hat destnîşankirin ku divê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê xebat bên meşandin. Tê payîn ku danezana encamê ya konferansê di rojên pêş de bê aşkerakirin.