Konferansa Demokrasî û Aştiyê bi atolyeyan didome
Konferansa Demokrasî û Aştiyê bi atolyeyan didome
Konferansa Demokrasî û Aştiyê bi atolyeyan didome
Di rûniştina duwemîn ya roja yekem ya “Konferansa Demokrasî û Aştiyê” de, bi xebatên çêkirina atolyeyan didome.
“Konferansa Demokrasî û Aştiyê” ya ku piştî navbera nîvro dê li sê salonên cûda bi xebatên atolyeyê berdewam bike. Dê bi xebatên atolye yên bi sernavên “Heqîqet, Rûberbûyîn û Edalet”, “Hiqûq, Rê Paqijî û Makezagona Nû” û “Di pêvajoya muzakereyan de civakbûyîna aştiyê û siyaseta demokratîk” roja yekem dê bidawî bibe.
Di dawiya xebatên 3 atolyeyên cûda de dê 3 komîsyonên “Komîsyona Heqîqet, Rûberbûn û Edaletê”, “Komîsyona Hiqûq, Rê Paqijî û Makezagona Nû” û “Komîsyona Di Pêvajoya Muzakerayan De Civakbûna Aştiyê û Siyaseta Demokratîk” bên avakirin.
Di rûniştinên sibe yên Konferansê de jî dê raporên ku di encama civîna îro de hatine amade kirin bêne nîqaşkirin. Li gel pêşniyaran jî di dawiya rûniştina sibe de dê “Deklarasyona Demokrasî û Aştiyê” were amadekirin. Dê di deklarasyonê de tiştên pêwîste bên kirn û daxwazên dikarin werin pêk anîn cih bigirin.