Konferansa Ciwanên Kurd: Bi yekîtiya neteweyî em ê îxanetê parçe bikin

Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî ya 1’emîn li Dortmûndê bi dawî bû.

Konferansa ciwanan bi şîara “Ciwanên Kurd bi yekîtiya neteweyî îxanetê parçe dike û Kurdistanê azad dike” pêk hat.

Di konferansê de biryar hat stendin ji bo avakirina Yekîtiya Ciwanên Kurd divê komîteyek were hilbijartin.

Li bajarê Elmanyayê Dortmûndê tevgerên ciwanan Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî ya 1’emîn li dar xistin. Konferans bi sirûda “Ey reqîb” û bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser yekîtiyê hatin xwendin.

 

Nûnerên Jinên Ciwan ên Azad, Ciwanên Azad, YXK/JXK, Goran, Komala, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, PJAK, Civaka Îslama Demokratîk, FEDA, Ciwanên Yersan û Ciwanên PYD’ê beşdar bûn.

Konferans diyarî Serokê Goranê Noşirvan Mistefa, rojnamevan Nûjiyan Erhan di serî de diyarî gerîllayên HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Orhan), Orhan Baran (Sîpan Hemo) û Endama Meclîsa TAJÊ Nazê Naîf hate kirin ên ku bi guleyên îxanetê jiyana xwe ji dest dabûn.

Di her rûniştinê de nûnerên ciwanan rewşa Kurd, Kurdistan, Şoreşa Rojava, qirkirinên li ser Kurdan, Şengal û gelê Êzidî nirxandin.

Biryarên ku di konferansê de hatine stendin ev in:

1. Em vê konferansê diyarê Serokê Goranê Noşirvan Mistefa, rojnamevan Nûjiyan Erhan di serî de diyarî gerîllayên HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Orhan), Orhan Baran (Sîpan Hemo) û Endama Meclîsa TAJÊ Nazê Naîf dikin ên ku bi guleyên îxanetê jiyana xwe ji dest dabûn.

2. Em ciwanên Kurdistanê têkoşîna ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû berxwedêrên zindanan wekî rêgezeke exlaqî dinirxînin.

3. Ji bo lidarxistina kongreya neteweyî divê partiyên siyasî yên li Kurdistanê pêkutî li ser wan were kirin.

4. Ciwanên Kurd divê destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê biparêzin û partiyên ji bo berjewendiyên netewe-dewletên din dixebitin jî werin şermezarkirin û nerazîbûn were nîşandan.

5. Referandûma li Başûrê Kurdistanê ne ku tenê kesek biryarê bistîne, heke parlemento biryarê bistîne wê bibe biryareke meşrû. Beriya referandûmê divê yekîtiya neteweyî were avakirin.

6. Li hemberî hêzên siyasî yên ku dixwazin axa Rojava û Şengalê û dewlemendiyên wê yên bin axê bikin mijara bazarê, têkoşîn were kirin.

7. Li hemberî dagirkirina li Rojava û Başûrê Kurdistanê divê nerazîbûn werin nîşandan.

8. Divê ciwanên Kurd ên ku ji ber sedemên ekonomîk û ewlehiyê ji axa Kurdistanê derketine divê vegerin ser axa xwe û di nava şoreşa Kurdistanê de cihê xwe bigirin.

9. Ciwanên li Ewrûpa dijîn divê li hemberî asîmîlasyonê têbikoşin.

10. Ciwanên Kurd divê li hemberî polîtîkayên qirêj ên rejîma Îslamî ya Îranê têbikoşin.

11. Ciwanên Kurd divê li hemberî kapîtalîzmê têbikoşin û çanda Kurdewar geştir  bikin.

12. Divê bi tu awayî şerekî navxweyî pêk neyê. Ciwanên Kurd li hemberî şerekî wisa divê nerazîbûna xwe nîşan bide.

13. Li hemberî qirkirina jinan divê têkoşîn were xurtkirin.

14. Divê qirkirinên wekî Helepçe û Enfalê wekî roja qirkirina cîhanê were naskirin. 16’ê Adarê Roja Jenosîdê ya Navneteweyî were qebûlkirin.

15. Ji bo ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê dijîn divê “Yekîtiya Ciwanên Kurd” an jî “Federasyona Ciwanên Kurdistanê” were avakirin. Ji bo avakirina vî tiştî jî divê komîteyek were avakirin.

 

Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî bi sloganên “Bijî Yekîtiya Kurdistanê”bi dawî bû.