Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewropayê qediya

1. Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewropayê, ku li paytexta Fransa Parîsê pêk hat û 2 rojan dewam kir, duh qediya.

Ciwanên Kurd di dawiya konferansê de daxuyaniyek dan û gotin, "Li dijî her polîtîkayên qirêj ên li ser destketiyên Kurdan têne kirin, em ê têbikoşin."

Konferans bi beşdariya 250 delegeyî bi dirûşma "Bi berxwedana serdemê serî hilde, bi felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin bike" li paytexta Fransa Parîsê pêk hat.

Di konferansê de belavokek li ser pêvajoya salekê hate xwendin û piştre rewşa rêxistinî hate nirxandin.

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê ciwanan û karê sala dawî ya ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate nîşandan. Di beşa dawî ya konferansê de 21 nûnerên konfederal ên 9 welatan hatin diyarkirin.

'AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO JI BO ME ESAS E'

Piştî hilbijartinê, danezana encamê ya konferansê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Konferansa me di demeke dîrokî de pêk hat ku hem li Kurdistanê hem jî li derveyî Kurdistanê têkoşîneke dîrokî heye. Pêkhateyên konferansê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe esas dibînin. Wekî din konferansa me mêtingeriya li ser Kurdistanê qebûl nake û wê bi geşkirina berxwedanê li dijî her şêwe êrîşan li ber xwe bide. Li dijî hemû polîtîkayên gemarî yên li ser destketiyên gelê Kurd têne kirin wê têbikoşe. Konferansa me li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk a Rêber Apo esas digire."