Konferansa Aştî û Demokrasiyê bi dawî bû
Konferansa Aştî û Demokrasiyê bi dawî bû
Konferansa Aştî û Demokrasiyê bi dawî bû
Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqerê, piştî 2 rojan bi dawî bû.
Konferansa Aştî û Demokrasiyê, li Otêla Surmelî ya Enqerê bi beşdariya zêdeyî 500 akademîsyen, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl pêk hat. Di konferansa du rojan de, li dû xebatên atolye di roja duyemîn de bi pêşkêşiya (axaftina) beşdaran bi dawî bû.
Di mijarên "Komîsyona Heqîqet, Rûbirûbûn û Edaletê", "Komîsyona Huqûq, Paqijiya Rê û Destûra Bingehîn" û "Komîsyona Civakîbûna Aştiyê di Pêvajoya Danûstandinan de û Siyaseta Demokratîk" de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Li dû axaftinan, danezana encamê ya konferansê pêşkêşî nêrîna beşdaran hat kirin.
Danezana encamê ji aliyê serokê dîwanê Prof. Dr. Gençay Gursoy ve hat xwendin û ji ber ku li ser bi yek dengî lihevkirin çê nebû, hat ragihandin ku wê danezan sibê bê eşkerekirin.