Konferansa 12'emîn a saziyên Kurdan ên li welatên Sowyeta berê

Konferansa 12'emîn a Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî yên li welatên Sowyeta berê li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê pêk hat.

Ji Kazakistan, Gurcistan, Ermenistan, Kirgizistan û bajarên cuda yên Rûsyayê nêzî 70 delege beşdarî konferansê bûn.

Tevî delegeyan parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî di nav de komek ji siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd mêvanên konferansê bûn.

Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî Araf Azamnî destpêkê axivî û karê du salan nirxand.

Azamnî diyar kir, ku Kurdên li welatên Sowyeta berê bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe bi rêxistin kirine û got, "Saziya me li her welat û bajarê ku lê rêxistinbûyî ye ji bo gelê me karekî girîng pêk aniye."

Azamnî bal kişand ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û anî ziman, ku dewleta Tirk li ti deverê tehemûlî îradeya Kurdan nake. Azamnî got, "Karên me yên dîplomatîk bi giranî ji bo parastina destketiyên gelê Kurd bûn."

Serokê Yekîtiya Kurdên li Kazakistanê Îbrahîm Hesikî jî got, "Eger em xwe bi rêxistin nekin em ê asîmîle bibin. Hin welatên Sowyeta berê dixwazin Kurdan ji hev cuda bikin."

 Hesikî destnîşan kir ku ji bo pêkhatine kongreya neteweyî ya Kurd divê tavilê hewldaneke xurt bê kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî li konferansê axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan.

Yildirim got, "Eger Kurd karibin li qada siyasî bibin yek hingî wê li herêmê bibin hêzeke girîng."

Yek ji mijarên ku di konferansê de bi berfirehî hate nirxandin polîtîkayên asîmîlasyonê bû. Hevserokê Êzdîxan a Moskowayê Egidê Fero got, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê biryarên girîng bên wergirtin.

Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tarê Qadir bi navê delegasyona jinan axivî û got, "Eger em niha dikarin karên saziyên Kurdan ên li welatên cuda di bin sîwanekê de binirxînin wê demê ev yek asta heyî ya rêxistinbûnê nîşan dide."

Qadir diyar kir ku tevlîbûna jinan a bi rengekî hîn xurt û bi berpirsyarî wê bandoreke erênî li karên giştî jî bike.

Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê Ferhat Patiyev jî destnîşan kir ku ji bo karibin bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe divê xwe û karên xwe bêhtir xurt bikin.

Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Stavrapolê Nazê Bozûeva girîngiya dersên Kurdî ji bo zarokan bi bîr xist û got, "Ji bo ev kar bi rêk û pêk bê kirin mamosteyên dersên Kurdî didin û mamosteyên ku karibin çanda me ya Kurdan hîn bike ji bo me pêwîst in."

Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram, bi navê delegasyona Ermenistanê Silo Broyan, endamê KNK'ê yê Rûsyayê Feyzo Huseyîn û Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê peyam dan û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûnê.

Di dawiya nîqaşan de rêveberiya nû hate hilbijartin.