KON-MED û ATÎK: Em tevlî meşa li Brukselê bibin

KON-MED û ATÎK'ê ji bo meş û mîtînga 22'ê Gulanê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kirin.

Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê li Elmanyayê (KON-MED) û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), li ser meşa 22'ê Gulanê ya li Brukselê daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate gotin, "Bi meşa roja Çarşemê ya li Brukselê re em dengê xwe bêhtir bigihînin dinyayê. Gelekî girîng e ku meclîsên me yên hemû eyaletên Elmanyayê, jin, ciwan, welatparêz, dost, sosyalîst, demokrat tevlî meşê bibin."

ATÎK'ê jî bal kişand ser bêdengiya dewletên Ewropayê û bang li hêzên demokratîk ên koçber û xwecihî yên li Ewropayê kir ku 22'ê Gulanê tevlî meş û mîtînga li Brukselê bibin.