KON-MED'ê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

KON-MED'ê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûna bi xurtî kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 7 sal di ser komkujiya Parîsê re derbas bûn ku sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin û hate destnîşankirin ku armanc ji vê komkujiyê tepisandina jinên Kurd û gelê Kurd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê jinên Kurd û gelê Kurd piştî vê komkujiyê hîn bêhtir li dijî dijmin no bûn. Komkujiyan nekarî jin ên Kurd ên bi rûmet bitirsîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka Kurdan bi jin ên pêşeng ên bi rûmet dagirtiye. Ji Zarîfeyan heta Zîlanan, ji Sarya heta Arîn Mîrkan, Delal Amed, Hevrînan ji bo jinên Kurd armanca bingehîn jiyaneke bi rûmet bû. Bi taybetî sê hevrêyên me yên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin Sara, Rojbîn û Ronahî bûn sembola têkoşîna azadiyê ya jinê."

KON-MED'ê bal kişand ser meşa 11'ê Çileyê û bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî bibin.