KON-MED’ê civîna serdemê ya desteyê li dar xist

KON-MED’ê civîna xwe ya serdemê ya desteyê li dar xist. Di civînê de bal kişandin ser êrîşên qirker û nokeriyê û hate gotin “Heta ku pergala Îmraliyê neyê şikandin, em ê nikaribin pêşiya xwe bibînin.”

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) civîna desteyê ya serdemê ya salanê li dar xist.

Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer di destpêka civînê de axivî.

Dîwanê jî derbarê geşedanên siyasî daxuyanî da û bal kişand ser armancên qirker ên desthilatdariya AKP û MHP’ê û nokeriyê.

Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî hevkariya desthilatdariya Hewlêrê ya bi dewleta Tirk re hate nîşandan û hate gotin, “Ev li dijî Kurdan îxanet e.”

‘HETA KU PERGALA ÎMRALIYÊ HILNEWEŞE EM Ê NIKARIBIN PÊŞIYA XWE BIBÎNIN’

Di civînê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin, “Pergala Îmraliyê li temamî civaka Kurdan tê belavkirin. Di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de li ser civaka Kurdan qirkirin hene. Heta ku pergala Îmraliyê neyê şikandin wê gelê Kurd nikaribe pêşiya xwe bibîne. Êdî dem hatiye ku Rêbertî azad bibe.”

RAPORA XEBATÊ HATE XWENDIN

Hevserokê KON-MED’ê rapora xebatê xwend û got, “Li Elmanyayê 1,5 milyon gelê me hene. Herçiqas xebatên me yên saziyî rêxistinbûnek ava kiribe jî me xwe gihandiye beşek gelê xwe.”

Nûnerên saziyan diyar kirin ku ew ji pirsgirêkên ciwan û jinan re nebûne bersiv.

Di civînê de hate diyarkirin ku KON-MED û saziyên girêdayî wê li hemberî şerê li Kurdistanê têra xwe xebatên dîplomatîk nekiriye.

Di civînê de pêşnûmaya biryaran a 39 xalî hate pesendkirin û belgeya serkeftinê dan 14 meclîsên serkeftî.