KON-KURD xwe ji nû ve bi rêxistin dike

KON-KURD xwe ji nû ve bi rêxistin dike

Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) ku organîzasyona Kurdan a herî mezin e li Ewropa, dê di roja Şemiyê 06’ê Tîrmehê de 19’emîn Kongreya xwe li darxe û xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

Têkildarî mijarê rêveberiya KON-KURD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku, dê 19’emîn Kongreya xwe 06’ê Tirmehê roja Şemiyê li bajarê Verviers ê Belçikayê li dar bixin. Di berdewamiya daxuyaniyê de balê dikişîne ser ku, di aliyê çareseriya siyasî de li her çar parçeyên Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî destpê kiriye û kongre jî di vê pêvajoyê de pêk tê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, bi qasî her çar parçeyên Kurdistanê, Kurdistaniyên li sirgûnê li Ewropayê dijîn, weke ku heya îro jî bûyî weke kirdeya pêvajoya dîrokî dê têkoşîna xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane bihêz û bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, ji ber vê çendê 19’emîn Kongre dê bibe platformeke ku berpirsyartiyên xwe û peywirên di çareseriya pirsgirêka Kurd ên aştî û demokrasiyê de vegerînin biryar û plansaziyên berbiçav.  Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, dê mijara bingehîn a kongreyê bibe ji nû ve xwe rêxistinkirin.

LI EWROPAYÊ ORGANÎZASYONA KURDAN YA HERÎ MEZIN E

KON-KURD di 01’ê Cotmeha 1993’an hate avakirin û navenda wê li paytextê Belçîka Brukselê ye. Di heman demê de Bruksel paytextê Yeketiya Ewropayê ye. Di binya KON-KURD’ê de li Almanya YEK-KOM, li Fransa FEYKA-Kurdistan, li Holanda FED-KOM, li Swîsre FEKAR Kurdistan, li Danîmarkayê FEY-KURD, li Swêd KURD-KONSEYÎ, li Belçîkayê FEK-BEL, li Awûstûrya FEY-KOM, Îngilîstanê FED-BIR, li welatên Balkanan FEK-BAL û li Awûstralya û Kanadayî jî li gel federasyona komeleyên Kurd, bi giştî ji12 federasyonan, 175 komele û 30 hezaran zêdetir endamên wan komeleyan û sedhezaran mirovan pêk tê. Li Ewropayê organîzasyona Kurdan a herî mezin e.