Komunîst: Dirêjkirina desthilatdariya Barzanî bê îradekirina gele

Komunîst: Dirêjkirina desthilatdariya Barzanî bê îradekirina gele

Partiya Komunîstên Karkerên Kurdistanê di danezana xwe de rexneyên gelek hişk li ser dirêjkirina Serokatiya Mesûd Barzanî ya ji bo Serokatiya Herêmê kir û rexne li ser nêzîkatiyên her du partiyên desthilatdar ên herêma Başûr kirin.

Partiya Komunîst di danezaneya xwe ya ku ji ANF re şandî de rexne li dirêjkirina Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Mesûd Barzanî ya ji bo du salan kir. Di danezanê de hate diyarkirin ku, di vê pêkanînê de tu berjewendiyên gelê Kurd nîn in û wiha berdewam kir; “Ew bêmafiya ku di nava parlamentoyê de çêbûye kiryareke plankirî ye. Qet berjewendiyên gel, azadiya ramanî û malbatî têde nîne. Ev yek şerê desthilatdariyê ye û pêşeroja civakê di nava xwe de dabeşkirine. Wê di her firsendekê de destketiyên civakê veşêrin û karên xwe li pişt perdeyan bi rê ve bibin.”

Partiya Komunîst got, “Bi taybetî jî her du aliyên vê pirsgirêkê ku di parlamentoyê de ne li pey berjewendiyên xwe yên aborî û bilindkirina kesayeta xwe ne. Her wiha di bin zextên dewletên weke Amerîka, Îran û Tirkiyeyê de tevdigerin. Ji ber ku di bin bandora van hêzan de mane, nikarin tu tevgerê bikin. Ne dikarin û ne jî dixwazin pirsgirêkên Kurdan bînin holê, çareser bikin û ne jî dixwazin berjewendiyên xwe yên ligel van dewletan bixin metirsiyê.”

SIYASETA WAN NE JI BO BERJEWENDIYÊN KURD E

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Bi cihkirina zagona dirêjkirina desthilatdariya Mesûd Barzanî ji bo du salên din ji aliyê her du partiyên Partiya Demokratî Kurdistanê (PDK) û Yeketî Niştîmanî Kurdistanê (YNK)’ê ve weke meşandina trajediyeke siyasî ye li ser gelê Kurd û aliyên din ên muxalefetê. Ew bûyera ku duh di parlamentoyê de çêbû encama vê yekê ye û encama zêdekirina alozî û bê tifaqiya di nava civaka Kurd de zêdekirine.
Bi dirêjkirina desthilatdariya Barzanî binpêkirina zagona ku di parlamentoyê de ya “Sozdayîna Parlamentoyê” ye.

Em jî weke Partiya Komunîstên Kurdistanê, Zehmetkêşanî Kurdistan û Azadîxwazên Kurdistanê li dijî zagona dirêjkirina Serokatiya Mesûd Barzanî ne. Pêwîste xelkê me li hemberî van lîstikên ku bi awayekî siyasî têne meşandin hişyar bin. Bi tu şêweyî neyên van lîstikan. Pêwîste li pêşberî vê yêkê jî bê deng nemînin û dengê xwe bilind bikin. “Em ne amade ne ku desthilatdariya bûrjûwaya Kurd qebûl bikin.”  Bi dirêjkirina lîsteya du salan ji bo desthilatdariya Barzanî tenê di berjewendiyên malbata Barzanî û derdorên desthilatdariyê de ye. Bi tu şêweyî ne di xizmeta berjewendiyên gelê herêmê de ye.

Em wek Partiya Komunîstên Karkerên Kurdistanê bang li hemû gelê xwe dikin ku rê nedin van kiryarên ne demokratîk ên di nav parlamentoyê de têne kirin. Ji ber siyaseta wan ne ji bo berjewendiyên Kurd e. Pêwîste di siyaseta xwe de bi ser nekevin.