Komploya navneteweyî li Rûsyayê hate şermezarkirin

Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rûsyayê hate şermezarkirin.

Salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an pêk hat, li Rûsyayê hate şermezarkirin.

Li navçeya Platnîrovskaya ya herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, Kurd tevî dostên xwe li hev civiyan û tecrîd şermezar kirin.

Berpirsyarê Meclîsa Kurdan a Platnîrovskaya Tahîrê Newroz li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e, lewma ew komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Newroz her wiha bi bîr xist ku Oalan 23 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê hiştin, ew vê yekê qebûl nakin û piştgirî da greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê.

Newroz diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe û anî ziman ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk heta niha bi ser neket, ji niha û pê ve jî bi ser nakeve.

Di daxuyaniyê de bang li Rûsya, DYE, Yekîtiya Ewropa, CPT û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî tecrîdê helwestê li hemberî dewleta Tirk nîşan bidin.