Komploya 9'ê Cotmehê li Rûsyayê hat şermezarkirin
Piştî paytext Moskowa û Adigeyê, li bajarê Stavrapolê komploya 9'ê Cotmehê hat şermerzarkirin.
Piştî paytext Moskowa û Adigeyê, li bajarê Stavrapolê komploya 9'ê Cotmehê hat şermerzarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Stavrapol ê Rûsyayê dijîn, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre yek ji rêveberên saziyên Kurd Nazê Bazoyeva axivî. Bazoyeva lenet li komplo û komplokeran anî û dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kir. Bazoyeva destnîşan kir, ku komploya li dijî Ocalan, di şexsê gelê Kurd de li dijî tevahiya gelên herêmê hatiye kirin û anî ziman, bûyerên îro li Rojhilata Navîn diqewimin, hemû pêşdîtinên Ocalan piştrast dikin.
Bazoyeva di dewama axaftina xwe ragihand, armanca wan a sereke azadkirina Ocalan û avakirina Kurdistana azad e. Bazoyeva bûyerên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nirxand û bang li hemû Kurdan kir, ku xwedî li têkoşînê derkevin.