Komploya 15'ê Sibatê li Roma û Grosetto hat şermezarkirin

Revandin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî re, li bajarên Îtalya Roma û Grosetto hat şermezarkirin.

Revandin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî re, li bajarên Îtalya Roma û Grosetto hat şermezarkirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî saet di 15:00 de li meydana Colleseûm a Romayê li hev civiyan û komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin.

Endama Yekîtiya Parêzerên Demokratîk li Ewropayê Barbara Spînellî di axaftina xwe ya li çalakiyê de bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin û destnîşan kir, ku divê muzakereyên bi Ocalan re di nava mercên azad de ji nû ve werin destpêkirin.

Li ser navê Navendên Civakî Lûîgî D'Alfîe, li ser navê sendîkaya KOBAS Vûncenzo Mîllîûcî, li ser navê Senza Konfîne Sveve Hearter axivîn û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin û komploya li hemberî Ocalan şermezar kirin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

GROSETTO

Li Grosettoyê, çalakgerên li meydana stasyonê li hev civiyan, heta Walîtiyê meşiyan û komplo şermezar kirin. Dİ çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Piştî mîtînga li ber Walîtiyê, çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.