Komkujiyên Şengal, Zergelê û tecrîd li Elmanyayê hatin protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Elmanyayê hatin protestokirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 2 gelawêjê 2015, 07:13
Polîtîkayên şer ên AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Elmanyayê hatin protestokirin.
DRESDEN
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP'ê li Dresdenê hatin protestokirin. Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Dresdenê, bi vê armancê tevahiya rojê çalakî lidar xist û mîtîngek pêk anî. Di vê çarçoveyê de saet di 11:00 de li navenda bajêr stand hat vekirin û li ser tecrîda şidandî belavok hatin belavkirin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku tecrîd rê li ber kaosê vedike.
Danê êvarê jî li dijî êrîşên li hemberî Kurdistanê mîtîngek hat lidarxistin. Berdevkê meclîsê di axaftina li mîtîngê de ragihand ku AKP û Tayyîp Erdogan li hemberî Kurdan dest bi şerê topyekûn kirine û vî şerî welat û gel ber bi karesatê ve biriye. Di mîtîngê de her wiha MLPD û Parlamenterê Eyaleta Sachsenê Mîrko Schûlzen jî amade bûn û deste dan. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
HAMBÛRG
Komkujiya gundê Zergelê ya bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk rû da, li bajarê Elmanya Hambûrgê hat protestokirin. Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk saet di 18:00 de li semta Altona bi sedan kes civiyan û komkujiya li gundê Zergelê şermezar kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna 8 welatiyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berpirsyarê komkujiyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e û hat destnîşankirin ku dijderketina li konsepta şer a dewleta Tirk, wezîfeya însanî ye. Di mîtîngê de ji bo meşa bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya roja Sêşemê, banga beşdariyê hat kirin.
MUNSTER
Li bajarê Munsterê jî bi beşdariyeke xurt li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pirsûsê bi meşekê hatin şermezarkirin. Çalakiya ku Partiya Çep, SPD, CDU, Partiya Keskan a Elman, rêxistinên civakî yên sivîl û bi sedan Kurdistanî amade bûn, saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a Munsterê destpê kir. Di meşê de li ser polîtîkaya şerê berfireh ê dewleta Tirk daye destpêkirin, belavok hatin belavkirin. Meş li ber avahiya Şaredariya Munsterê bi dawî bû.
WÛPPERTAL
Li Wûppertalê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li dijî komkujiya Şengalê, polîtîkayên şer ên AKP'ê û tecrîda li ser Ocalan çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi sedan Kurdistanî û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk lê amade bûn de, komkujiyên Şengal û Zegelê, operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî yên AKP li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşînin, hatin şermezaririn. Meşa ku saet di 17:30 de bi hilgirtina alên YPG/YPJ û wêneyên Ocalan li ber City Arkadenê destpê kir, bi daxuyaniya daxuyaniyê bi dawî bû.
HANNOVER
Li Hannoverê jî, komkujiya Şengalê di salvegera yekemîn de hat protestokirin. Li dû çalakiya nobedê ya hefteyekê ya Ciwanên Azad, Dengê Welat, YXK û HCE, duh bi armanca şermezarkirina komkujiya Şengalê û protestokirina polîtîkayên şer ên AKP'ê meşek hat lidarxistin. Meşê bi beşdariya hezar kesî saet di 15:00 de li ber HBF destpê kir û bi qîrîna dirûşmeyan komkujiya Şengalê û hikûmeta AKP'ê hatin protestokirin. Di çalakiyê de belavokên ji aliyê YXK, Ciwanên Azad, Dengê Welat û HCE ve hatin amadekirin hatin belavkirin û axaftin kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.