Komkujiyên çand, xweza û dîrokê yên 'Hawirdorparêza rastî' AKP

Komkujiyên çand, xweza û dîrokê yên 'Hawirdorparêza rastî' AKP

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ê AKP weke 'hawirdorparêza rastî' bi nav kir, komkujiyên çand, dîrok û hawirdorê yên di dema deshilatdariya AKP'ê de hatine kirin, ji nedîtî ve tê. Zêdebûna ewçend komkujiyên hawirdorê yên AKP'ê nîşan didin ku partiya Erdogan çiqasî 'parêzvanê hawirdorê' ye.

Serokwezîr Erdogan beriya 3 rojan di dema vekirina metrola Stenbolê de ji bo berxwedêrên Parka Gezî got, "Hawirdorparêz, werin vê bibînin. Hawirdorparêza rastî, deshilatdariya AKP'ê ye." Bi dehan komkujiyên çand, dîrok hawirdorê û polîtîkayên pêşkêşkirinê yên deshilatdariya AKP'ê, van gotinên Serokwezîr Erdogan pûç dikin. 

Eger mirov ji kar û barên komkujiyên çand, xweza, dîrok û hawirdorê yên 'hawirdorparêz' AKP'ê yên paşerojê binirxînin, dosyayeke nepixî derdikeve holê. Talankirina xweza  û hawirdorê yên 11 salên deshilatdariya AKP'ê, her tiştî radixe ber çavan.

Çêkirina Bendava Germavê (Ilısû) ku wê Heskîfa abîdeya çand û dîrokê ya 12 salan di binê avê de bihêle, tevî biryara dadgeriyê jî bi awayekî bê huqûqî dewam dike.  Bajarê antîk Allîanoî yê li Bergama ya Îzmîrê, di bin ava bendava Yortanli de hat hiştin. Li ser Çemê Mûnzûrê yê Dêrsimê, tevî ku ji ÇED'ê rapor nehat stendin hewl dan projeya HES'ê ya xwezayê xera bike çê bikin, lê li ser têkoşîna Dêrsimiyan, 8. Dadgeha Îdarê ya Enqerê di meha Çileyê de biryara betalkirina projeyê da. Bi vê biryarê re çêkirina 3 bendavên li Geliyê Mûnzûrê, ji bo were betalkirin biryara rawestandinê hat dayîn. Çêkirina projeyekê hat rawestandin, lê li gelek deverên Anatoliyê zêdeyî 2 hezar projeyên HES'ê hene û ji van 70 jê li ber destê dozgeriyê ne. Ji van projeyan 40 jê bi biryara dadgeriyê hatine betalkirin. Piraniya projeyên HES'ê jî li Rîze, Artvîn, Trabzon û Gîresûnê tên xwestin bên çêkirin.

Li gorî daneyên DSÎ, EPDK û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê, nêzî 200 HES ên sektora taybet û dewletê hene. Ji bilî van nêzî hezar û 750 HES ên li ber çêkirinê hene. Bi HES'ê di asta planê de ne re, ev hejar 2 hezaran derbas dike.

Bi erêkirin û destûra AKP ya 'hawirdorparêz' re, qadên dîrokî, çandî û xwezayî yên bi HES, siyanur û bendavan tên tinekirin weha ne:

- Bajarê antîk Allîanoî yê di binê avê de bimîne
- Projeya rakirina zeytûnan a bêqanûnî ya Karabûrun û projeya enerjiya ba
- Projeya rêya peravê Derya Reş
- Ji nû ve sererastkirinên Qada Taksîmê
- Projeya HES a Tortûm Bagbaşi
- Bendava Siyanur a Etî Gumuş
- Çikandina qada ava girtî ya Tûz Golu
- Gola Ûlûbat
- Qada avdaniyê ya Sûltan Sazligi
- Bîstanê Kûzgûncûk
- Kana zêr a Kişladag
- Li Çemê Bendî Mahî yê Bêgirî parvekirina avê
- Gola Marmara
- Înaşata Kana Kevir a Gundê Ozbek
- Termînala Depolkirina Kîmyewî ya Yalova VOPAK
- Projeya Kana Ûranyûm a Yozgatê
- Têkoşîna parastina şêwe û qada jiyanê ya Yorukiyên (Koçberên) Sarikeçîlîler
- Bendava Germavê (Ilısû) û çêkirina HES'ê
- Kana nîkel a Çaldag
- Kirêkirina peravê Çirali
- Qirêjkirina endustriyel a li Herêma Pişeyî ya Dîlovasi
- Qirêjkirina qada avê û Çemê Ergene
- Regulatora Findikli Paşalar û projeya HES'ê
- Projeya HES'ê ya li Sînopê
- Parka Xwezayî ya Gola Abantê
- Hotamiş Sazliklari.
- Îhtîlafên endustiyî yên Alîaga
- Deşta Kocaçay
- Pirsgirêka zûhabûnê ya Gola Seyfe
- Projeya Gunyedogu Anadolû (GAP)
- Santrala termîk a Gerze
- Projeya Cîde HES a Geliyê Loç
- Projeya HES a Yûvarlakçay
- Lêgerîna zêr a bi siyanurê ya Kazdaglari
- Santrala termîk a Begendîk
- Santralên termîk ên Alîaga
- Projeya HES a Geliyê Kabaca ya Artvînê
- Parka Xwezayî ya Gola Bafa
- Santrala nukleer a Akkûyû
- Bikaranîna kana zêr a siyanurî ya Bergama
- Ocaxên kevir û kanê yên Istranca/Yildiz Daglari
- Tinebûna daristanên Sigla
- Zûhabûna Gola Bûrdûrê
- Santralên termîk ên Amasra
- Santrala hîdroelektrîk a Şelale Deresî
- Avahîbûna Haydarpaşa
- Santrala termîk a Sûgozu
- Veguhertina Daristana Sorgûn weke qada golfê
- Ocaxên kevir ên Elmali
- Santrala termî a Erzîn
- Ocaxa kevir a Kûrşûnlû
- Santrala termîk a Sîlopî
- Tesîsa bermayinan a Çorlû
- Kargeha çîmento ya Çakili
- Li taxên Mêrsînê veguherînên bajarvaniyê
- Projeya HES a Îkîzdere
- Projeya HES a Duzenlî
-Projeya HES a Otlûca
- Ocaxa kevir a Afyonkarahîsar Beyazi
- Santrala termî a Gokova
- Santrala termî a Yatagan
- Projeya HES  a Geliyê Alakir
- Bikaranîna kana zêr a siyanurî ya Erzînganê
- Tesîsa bermayinan a Trabzonê
- Santrala termîk a Hamîdabat
- Projeya HES a Geliyê Şenoz
- Projeya HES û Bendava Pulumurê
- Projeya HES  a Geliyê Salarha
- Projeya HES  a Geliyê Guneysû
- Projeya HES  a Hemşîn
- Regulator û Projeya HES  a Kasaba
- Qada depokirina xwelî û santrala termîk a Karabîga
- Projeya HES  a Geliyê Aksû
- Projeya HES  a Gelînkaya
- Bendava Kuçuk Aksû û HES, santralên beton
- Projeya HES a Kayacik
- Projeya HES a Çemê Fol
- Projeya HES  a Gokçekoy
- Projeya HES û Plana Enerjiyê ya Çorûh
- Projeyên HES ên Geliyê Solakli
- Projeya HES a Çemê Kûra
- Projeya HES a Karasû
- Lêgerîna zêr a li Gokçeada
- Projeya HES a Gundê Gelîvera
- Embarên lojîstîk ên li ser erdên 2B yên Trakyayê
- Projeya HES a Çemê Perî yê Dêrsimê
- Kargeha Çîmento ya Tonya
- Dêra Ermenî ya Malkara