Komkujiyê bandorek çawa li psîkolojiya Somayiyan kir?

Komkujiyê bandorek çawa li psîkolojiya Somayiyan kir?

Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de di şewata ku derket de li gorî daneyên fermî 301 karkerî jiyana xwe ji dest dan û xebata piştgiriya psîkolojîk ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve tên meşandin.

Di çarçoveya Projeya SomaDA  bi xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, karkerên birîndar û ekîba rizgariyê re hevdîtin tên kirin. Li gel Somayê li navçeya Dursunbey a Balikesîrê ku gelek karker ji wir bûn jî navenda piştgiriya psîkolojîk hat avakirin.

Navenda Piştgiriya Psîkolojîk a Somayê, bi gişt bi 612 kesî re 1447 hevdîtinên şexsî pêk anîn û bi  xebata 34 komî re xwe gihandin 153 mêr, 121 jin, û 88 zarokî. 135 psîkoloj, 17 psîkîyatrîst, 40 pisporên xizmeta civakî 37 şêwirmendên psîkolojîk bi giştî 229 peywirdarên dildar peywir girtin.

Koordînatora Projeyê Pispor Çîgdem Yumbul  der barê xebatê li Somayê hatin meşandin de axivî.

BI HEZARAN KES DI BIN BANDORÊ DE MAN

Çîgdem Yumbul der barê projeyê de wiha got: “Wek yekîtiya Xizmetên Psîkososyal a Karesatan (APHB) 6 rêxistinên civaka sivîl ev 7 meh e, li Somayê xizmeta psîkolojîk dide malbatan. Rêxistinên civaka sivîl; Komeleya Psîkologan, Komeleya Heyva Sor, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Psîkîyatrî, Komeleya Tenduristiya Ruh a Ciwan û Zarokan, Piştevaniya Psîkolojîk û Komeleya Rehberiyê. Ev yekîtiya ku di 2006’an de bûye yek li gelek cihên karesatê xebatên psîkososyal meşandiye. Mînak li Erdîşê, Hatayê û Gungorenê xebat meşandiye. Piştî karesata Somayê jî piştgiriya pîskososyal hat dayîn. Di 13’ê Gulanê de bûyer pêk hat û di dawiya heman mehê de me Navenda Piştgiriya Psîkososyal a Somayê vekir. Borusan û Allîanz jî piştgirî da projeya Tora Piştevaniya Somayê û di vê çarçoveyê de ji her derê Tirkiyeyê dildar hatin û bi kesên ku  di bin bandora bûyerê de mabûn beyî pere xizmet dan. Poje niha di meha 7’an de ye.”

Yumbul bi lêv kir ku  li Somayê li herêma madenê her kes di bin bandora vê karesatê de mane û wiha berdewam kir: “Li navçeyê her kes hev û din nas dike. Her bi awayekî kesên li madenê kar dikin nas dikir û xizmên wan bûn. Di nava 7 mehan de me hewl da em xwe bigihînin wan û li vî esasî 11 hezar kes di bin bandora vê de mane. Dê û bav, zarok, hevser û xizmên 301 karkerên jiyan xwe ji dest dane, 487 karkerên hatine rizgarkirin û malbatên wan, nêzî 3000 hezar karkerên di xebatên rizgarkirinê de cih girtine. Karesat û bandora wê gelek gelek mezin e. Bêguman bertekên mezin jî hene. Kesên jiyana xwe ji dest dane tenê li Somayê najîn.  Ji 17 navend û 35 navçeyan karker di Eynez de dixebitîn. Ji Şavaştepe, Kinik, Bergama, Îvrîndî, Dursunbey û Kutahyayê. Ji ber vê em dikin malbatan re bi komî tên cem hev. Gund ji hev dûr in. Ji ber vê em bang wan dikin ku bên navendê û hem jî ekîbên me diçin gundan xwe digihînin malbatan.

Ji ber vê yekê ji bo alîkariya ji kesên Dursunbey re me navendek vekir. Hevdîtinên di çarçoveya xebata me de wê salekê berdewam bikin.”

Çîgdem Yumbul di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew bi piştgiriya rêveberiyên herêmî, qeymeqam, keya û gelê Somayê re dixebitin û hedefa wan a destpêkê dê, bav, zarok û hevserê 301 karkerî bû. Yumgul wiha pêde çû: “Piştre jî kesên di asta yekem de ji karesatê bandor bibûn ên birîndar hatibûn rizgarkirin û kesên di ekîba rizgariyê de cih girtinbûn. Em çûn Savaştepeyê. Li wir Komeleya Madenê hebû. Em bi rayedaran re hatin cem hev. Me lîsteya kesên li wir xebitîne ava kir.  nav dan me, me xwe gihand da. Di karesatê de destpêkê me di şîna wan de cih girt. Me êşa wan parve kir û me piştgirî da wan. Niha 7 meh derbas bû û em piştgiriya psîkolojîk didin wan. Ev travmaya giran a hat jiyîn jî bandorek mezin li ser rewşa wan a ruhî kir. Rê li ber hêrs, bê xewî, nexwarinê , bêdengî, ji tiştekî kêf negirtin, xwe sûcdarkirin, bêçaretî tê dîtin.”

HESTA SÛCDARKIRINÊ, HÊRS Û POŞMANÎ

Yumbul axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li gorî kesan pêvajoya şînê û bûyerên travmatîk diguherin.  Lê kesên xizmên xwe winda kirine, hesta sûcdariyê dijîn. Dibêjin; xwezî me bavê xwe neşandibû madenê;  xwezî me roja dawî şer nekiriba; xwezî min hevserê xwe neşandiba. Bi hinekan re jî hêrs zêde ye. Çîrokên xebatkarên rizgarî û lêgerînê jî hinek cudatiri n. Ji ber ku karesat di dema guherîna vardiyayê de pêk hat. Piraniya kesên li vardiyaya dervebûn, tevlî xebatên rizgarkirinê bûn. Bi wan re hêrs, bêçaretî, bê halî û sûcdarkirin hebû. 

ZAROKÊN SOMAYÊ

Bi zarokan re me çend mînak dîtin. Temenê zarokan biçûk e, ji ber ku kesên jiyana xwe ji dest dane temenê wan ciwan bû.  Zarokê 5 salî û yê 15 salî mirinê bi heman awayî fêm nake. Lê divê ji zarokan re nebêjin mir, êdî nayê.  Hinek dayik dibêjin bavê we çûye betlaneyê.  Zarok li benda bavê xwe mane, vê jî fikar bi xwe re aniye. Piştî bavê wan venegeriyaye, hêrsa wan destpêk iriye.Ji zarokan re divê li gorî temenê wan mirin bê vegotin.”

JIN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEV

Çîgdem Yumbul destnîşan kir ku  dema kesek dimire, gelek kes piştgiriyê didin, lê dema ku evqas kes bimirin, bi evqas malbatî re windahî çêbibin, êşek pir mezin dertê holê. Li Somayê karesatek wisa hat jiyîn û dîsa jî me dît ku ew piştgiriyê didin hev. Mînak bi jinên ku hevserê xwe winda kirine re me hevdîtin kir û me dît ku jinên ku hevserê xwe winda kirine, hev û din zêdetir fêm dikin û piştgiriyê didin hev.”

BINÊ WÊ MIRIN, JORA WÊ ZILM E

Yumbul bi lêv kir ku piştî bûyerê kesên neçar mane di madenê de bixebitin ji ber sedemên cuda neçar mane vegerin û got: “ Hinek ji ber ku teqawîtbûna wan demek kêm maye, hinek ji ber ku qadên îstîhdamê tine. Li Somayê santralên termîk, kanên komirê û zeytûnvanî heye.  Mixabin di demên dawî de zeytunvanî jî qedandin. Karkerekî madenê di hevdîtinê de got ‘ Binê madenê mirin, jora wê jî zilm e’. Ji duyan yek divê bê hilbijartin. Di heman demê 2800 karker hefteya buhrî ji kar hatin derxistin. Du kan hatin girtin. bandora vê jî çêbû.  Xwe bêçare dibînin. Çavkaniya dahata wan tine. Rewşa wan jî bi vî awayî xera dibe. Qat bi qat êşa wan zêde dibe. Bertekên karkerên kanê li gorî kesan diguhere.  Hinek li dijî dewletê bi hêrs in. Hinek jî dibêjin ev qeder e.  Bêguman kes li dijî karesatê bêdeng namîne.  

Bi hinek kesan re jî hêrs gelek mezi ne û dibêjin ev îhmale, ne qeza ye, li ber çavan hatiye kirin.  Hinek manewiyatê tercih dikin, zarokên xwe hembêz dikin. Her kes hewl dide ku tiştekî ji xwe re bibîne û têkoşîna jiyanê dide. Hinek dibêjin qeder e û xwe rehet dikin ji ber nafikirin ku tiştekî din bûye. Li gel karesatê hêviya jinan zêdetir e. Hêviya wan jî bi zarokên wan re ne. Me jê pirsî; ya ku we jiyanê ve girêdide çi ye; me bersiva ‘Zarokên me ne’ girt.”

ŞÎDETA NAVA MALBATÊ

Yumbul axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me hefteya duyemîn dest bi xebata xwe kir. Proje ji bo me gelek girîng e. Me pirsgirêk mezin dît. Yanî ji ber ku travma hêrsê ava dike, divê ev hest bên kontrolkirin. Di vê nuqteyê de me dît ku  şîdeta nava malbatî zêde bûye û me 8 dibistanên ku zêde di bin bandora karasetê de maye hilbijart û me semînerên du rojan pêk anîn. Me di semînerê de têkiliya dê û zarokan, naskirina hestan nîqaş kir û me şîdeta nava malbatî girt dest. Ji bo bi hêzbûna malbatê ev xebat girîng e.  Ji bo vê xebatê ji Stenbolê psîkologên dildar hatin û li Somayê bi dayikan re ketin têkiliyê û di mijara şîdeta nava malbatê de agahdarî kirin.”

Yumbul got ku ew di meha Îlonê li Somayê dest bi xebatê kiriye û got "Li gorî vegotinên hevalan welatiyên li Somayê bertek nîşanî ti hevalan nedane û negotine çima hûn hatine vir, berevajî vê gotine; çima hûn zûtir nehatine vir" û wiha dewam: “Di projeya SomaDA nêzî 250 xebatkarên dildar hene. Ez ji bo hemûyan spas dikim.  Bêyî ku bikevin nava bendewariya aborî, li Soma û Dursunbeyê piştgiriyê didin malbatan. Divê Soma neyê jibîrkirin û piştgirî jî neyê birîn. Em hemû pisporên tenduristya ruh ên dildar dawetî vir dikin. Divê piştgiriya xwe berdewam bikin. Pêwîstiya Somayê bi vê heye.”

LI DU QADAN ÎSTÎHDAM PÊWÎST E

Yumbul wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berpirsyarî destpêkê dikeve ser milê dewletê. Divê di serî de ewlehiya karkeran pêk bîne. Divê sererastkirinên pêwîst ên li kanan bike. Divê mafê karkerên teqawît bide. Divê li Somayê hem ji bo karkerên kanê û hem jî bo gelê Somayê qadên cuda yên îstîhdamê bê vekirin. Divê kapasîteya herêmî bê bihêzkirin.”