Komkujiya Sêwasê

Komkujiya Sêwasê

Sal 1993.. 2'yê Tîrmehê

Li Sêwasê, otêla madimak dişewitî.
Di otêlê de mirov dişewîtin, di otêlê de hunermend, di otêlê de stranbêj, di otêlê de ozan, di otêlê de semawan, di otêlê de ronakbîr, di  otêlê de  mirovahî dişewitî..

Sêwas, bajarek navdar, Sêwas bajarek wargehê serhildêran, Sêwas bajarek komkujiyan.. 

Û ev bajêr wek ku 450 sal berê ji kuştina Pîr Sultan Abdal ra şahidî kiribû, îro ji şewitandina 35 mirovîre şahidî dikir..

Bajarê ku bi Ozanan dihat nasandin ji 2 Tîrmehê ve êdî ewê wek Bajarê şewitandina Ozana bahata nasandin.

Sêwas bêdengbû..dewlet,rayagiştî,gel,polîs,jenderme,artêş hem û bêdengbûn..bitenê, hin kesên bi navê îslamiyetê,bi navê cîhadê,bi navê xwedê, çavsorî bûbûn mirov dişewitandin hebûn..Û şewitandin.. 35 kes..35 mirovên bawermed..

Konsepta ku li dijî serhildana kurdan hatibû destpêkirin,ew roj li Sêwasê dihat ceribandin..Li Kurdistan bi navê Hîzbûllah rêxistinek taşeron ji aliyî dewletê ve hatibû sazkirin..û her roj li kolanan  kurdan qetil di kirin..dewlet midexle nedikir.Kesên kiryarên van kuştinan dihatin girtin li qereqolan serbest dihatin berdan..Dewlet van li bûyêran hertim temaşe dikir û ew roj  li Sêwasê dewlet dîsa şewitandina mirovên rewşenbîr û hunermend  bêmidaxle bi tenê temaşekir..'


.........

Di yekê Tîrmehê de çaremîn festîvala Pîr Sultan Abdal destpê dikir. Ji çar aliyên Tirkiyê ber bi Sêwasê rêwîtiyek destpê kiri bû. 

Hûnermend, ozan, helbestvan, siyasetmedar, semavan ber bi Sêwasê birêketin.Dê û bavan zarokên xwe bi dilek pak  ber bi Sêwasê ve rê di kirin..Hîkmet Ozkan 2 zarokên xwe ve rê kiribû..

„Û çûn ,bi wan re telaşek hebû..heyacane berê li ser wan tinebû..herwek ku ji pêş de dizanibûn ku ewê çi were serê wan..Ji bîrkirin û ji min xatir nexwestin..û çûn.. dora rojê keça min Yeşîm têlefonî min kir, seat di derdorê 8an de bû..min pirs kir li wê der rewş çawane got hertişt di rê de baş derbas dibe..“

Di heman demê de faşîst û hezên kontra jî ber bi Sêwasê birêketibûn..Bi taybetî ji Kayserî yê û ji Konya yê gelek kes bi otobûsan ji bo vê erişê bi rê ketibûn..JI bo roja reş hin amadekariyê wan jî hebûn.

Rojek berî festivalê şaredariyê bi kamyonan kevir anîbûn li derdora  otêla Madimak valakiribû. Sedem jî çêkirina rê nîşandabûn.

Li taxên ku şoreşger û elewî dijiyan, dest bi erîşan kiribûn jî.. Her wiha  erişî standan jî kirin.. ev erîş ji aliyê girseya ku hatibûn festîvalê ve hat belavkirin..

Roja yekem festîval bi dayina konser û leyîzka semah bidawî bû,û ti îşaretek ji bo roja reş tinebû.Di dawiya rojê de bi dilekî xweş belavbûbûn..Husnuye Kaya û 2 keçên xwe ew roj li Swasê bûn.

„ Roja bûyêrê zarok hiç nêzî me nebûn..hemû bihevra kombûn û çûn Elî Baba..Şanoger, semahvan,hic kes ji kesi neqetiya.bihevrabûn..ewroj konsera Hesret Gultekîn bi Arif Sag re hebû..Roja ku em çûn zarok semah geriyan.Piştî vê herkes belav bû..Min Koray û Menekşe bi xwere nebir. Ez bi tenê çûm..ewroj li stadyomek mezin semah çêbû..Menekşe jî dinav wandabû..hunermend ozan derketin  me temaşekir,ew roj hîç tişteknebu.Bi keyf xweşî em belavbûn...“

 

Beriya komkûjiyê çend meh berê li sêwasê fermandariya hêzên taybet hatibû sazkirin..Evan amedekariya îşareta hin tiştên nebaş dikirin.. Bi plan û bi rêkûpêk amedekariya komkujiyê dihat kirin..

Di 1ê Tîrmehê de, kanalêk Televîzyona Tirk zindî weşan dikir. Ji berê de ev kanal vexwendibûn vê erîşê. Dîsa li standa wek rojnamevan hatibûn cem Ezîz Nesîn û jê hîsab dipirsîn.

..........

Roja duyem Rojnameya Bizîm Sêwas  „bi manşeta li taxa mislimanan qepûşk tê firotin“ , Ezîz Nesîn wek hedef nêşan da bû..Li nava bajar hin belavokên  ku ji aliyê kê ve hatinin nivîsandin, nediyar dihatin belav kirin..Di van belavokan de banga cîhadê dihat  kirin..Di dest herkesî de rojame anjî belavok hebûn û berbi mizgeftan dimeşiyan..

û 2 yê Tîrmehê piştî nîvroj..

Hin komên faşîst û kontra ji Mizgefta Kocapaşa ji nimêja înê derdiketin û berê xwe dan ber avahiya Walîtiyê.Bi siloganan waliyê Sêwasê protesto dikirin, digotin çima destûr dayî vê festîvalê..Dîsa di vê erişê de li dijî Ezîz Nesîn jî slogan dihatin avêtin...

Di dest wan ço û kevir di kolanan de tirs û hovek afirandibûn..

Walî  Ahmet Karabîlgîn,ji fermandarê tugayê ji   Ahmet Yuceturk, ji bo alîkariyê   leşker dixwest lê bersiv nedihat dayîn..

“Min dît ku,Ji 2 kolanan, ji kolana Cumhurriyet û ya Ataturk kesên ji nimêja înê derdiketin, silogan davêtin û ber bi Qonaxa Hukûmetê ve dihatin. Di destpêkê de hezar- Hezar û 500 kes bûn û piştre ev hejmar zêdebû. Dengek hat û  wek baranê keviran destpêkir.Ji 3 hevkarê min ,midirê emniyetê, fermandarê jenderma, 2 ewlekarê min ku ew li jêr bûn û odecî zêdetir tu kes nema. Herkes winda bû. Herkes çû cîhê xwe. Ji aliyek ji Enqerê têlefon dihatin, ji aliyek de jî dibin zextan de bûm. Di navbera me de 30-40 pêpelûk hebûn. Ewê bikevin hundir û min lînc bikin. Û ewê ala kesk daleqînin, tu riyek dina tunebû.”

Komek ku li ber avahiya Qonaxa Hikûmetê civiyabûn, erişî girseya ku  li Navenda Çandê bûn kirin. Girseya ku li navenda Çandê bû, bi barîkatan li dijî vê erîşê têdikoşiyan..Di encam de biryar dan ku vê derê terk bikin..

Walî li ser van bûyêran agahî dida Serokwezîr û wezareta karên hundirîn. Wezareta Karên Hundur ferman dida Waliyê Qeyserî û Tokatê û ji qeymaqamên navçeryên derdora Sêwasê hêzên leşkerî dihatin xwestin..Daxwaz nedihat cîh... 

Hêzên faşîst hatin ber derê avahiya walî û li vêder dest bi erîşan kirin...peykelên Ataturk yê ber wîlayetê hat parçekirin..Muharrem Canîk bû şahidê vê yekê.

„Li wêder berpirsyariya dewletê şivantî bû,şivantiya dewaran bû..Dema ku vanan mirovan dixarin wan jî ew tem didan,tahrîk dikirin..Mudirê dewletê heye,waliyê dewletê heye,her tiştên dewletê hene.Madem ku sedem  Ezîz Nesîn nişan didan, ma zabitek nikaribû were vî kesî ji nav wan derxe bibe.Dikaribû..ji ber ku dewlet mezin bû.Lê li ber çavê   walî peykelê Kemal Ataturk parce kirin,vanan mirov nebûn.Li ber çavên min ev yek pêk anîn..Min ji tirsa anblema Pîr Siltan ji ber singê zarokê xwe girt  û veşart.JI  bo ku wî nerevînin wenda nekin..“


Berê xwe dane Otêla Madîmak..Hejmara erîşkaran herdiçû zêde dibû.Gihiştî bû 15 hezarî. Û dora Otêla Madimak dagir kiri bûn.Erîşan destpêkiri bû..Di bêtêlên Polîsan de dengek bilind dibû: „digotin keviran davêjin,erîş dikin em çi bikin..“ û Bersiva amîrên wan jî, „Hat famkirin,midaxle nekin bû..“Ev deng di çapameniyê de hat weşandin.

Kesên ku li otêlê mexdûr mabûn di birokrasiyê de kê nazdikirin bê têlefonan ji wan  alîkarî dixwestin. li Demirel,li Inonu,li wezaretan digeriyan yek bersiv digirtin, „meraq nekin ewê midaxle were lêkirin..“ û midaxlê nedihat kirin..

Hêviyên malbatan gav bi gav dişikestin..dewleta ku pê bawerî anîbûn ew roj bê dengbû..

Dem derbas dibûn ti midaxle nedihat kirin û hêzên ji bo ewlekariyê ji tu derî nedihatin..Wali ji serokê şaredariyê Temel Karamollaoglû axaftinek bi gel re bike ku  bûyêr mezin nebe. Serokê şaredariyê beravajiyê ve daxwazê axaftinek ku gel tahrîk dike, kir. Muharrem Canîk waha behsa vê axaftinê dike.

„Karamoaoglu derketibû ser otubîsa belediyê û xîtabî gel dikir..digot birayên min yên misliman anha birayê xwe Temel guhdarbikin,ka rûnîn û herkes runişt..hûn dizanin  me van meselan gelek dîtinin..Got ev peykelê ku we şikandiye ezê  bibimber otêlê û li ber çavê we bi çakûcan bişkênim..Ê Peykel anîn xwar bi erdê ve kaşkirin birin berderê otêla madimak û çawa Pîr siltan îdamkirin ev peykeljî parçe parçe kirin..“

450 sal berê cesedê Pîr Siltan ebdal li van kolanan hatibû kaşkirin û îrojî peykelê wî  li kolanên bajarê sêwasê li pey vîncek dihat kaşkirin..

Erîşkar di destpêkê de dest bi şewitandina  otomobîlên ber derê otêlê û paşre jî otelê kiribûn..Û Dewlet hên jî bêdeng bû..îtfayê nedihat û her diçû agir berbi komkujiyek ve gur dibû..

Kesên ku di hundirê Otêlê de mexdûr mabûn.Di destpêkê de li cîhê bi ewle geriyan.

Têlefonê siyasedmedaran kirin ji wan alîkarî xwestin.

Hêdî hêdî dora wan dijhat pêçandin.alav û duman li herderê Otêlê belav dibû.Kes li hawara wan nehatibû  û mirina  dest pêkir.

Piştî şewatê demek dereng, ji bo xelaskirina mirovan  û temirandina agir wesayidên Îtfayê hatin.

Bi tenê Ezîz Nesîn ji jor anîn xar..Ev dîmen jî bi kamerayan hatibû tespîtkirin.

Ezîz Nesîn waha behsa wê rojê dikir.

“Pir bi zehmetî di merdivenan de, bi xwe kaşkirinê diçûm jêr.Ji jêr de jî, xebatkarek îtfayeyê dihat jor.”

    
Alavên agir dewsa xwe dabûn dûman û bîhna goştê mirovan. Li ser avahiya otêla Madîmak dûman û lorîn bilind dibû.

Erîşkar belavbûbûn.Hêzên ewlekariyê yên ku bêdeng û bê midaxle sekinî bûn, nû hatibûn cîhê komkujiyê. Hatin û bi  tenê cesedê hatibûn şewitandin temaşekirin û belavbûn.

Dîrok wê rojê,2 Tîrmehê wek komkujiya Sêwasê derbasî rûpelê xwe bû.  Di 3yê Tîrmehê de, bilanço dihat tespêt kirin..Di belge û çavkaniyên dadgehê de di tespîta seat 17.00an de 37 mirî 51 birîndar hebûn..ew roj di ajansan de navê mirina   van kesan derbas dibû. 

ASAF KOCAK 
ASIM BEZiRCi  
AHMET ÖZYURT
BELKIZ CAKIR 
EDiBE SULARÎ
ERDAL AYRANCI 
CARINA CUANNA
GULSUN KARABABA 
HÛRiYE OZKAN 
YEŞÎM OZKAN 
MEMEKŞE KAYA 
KORAY KAYA 
MUHLiS AKARSÛ 
MUHiBE AKARSÛ  
ÖZLEM SAHiN
NÛRCAN SAHÎN  
MÛRAT GUNDUZ 
SAÎT METÎN 
SEHERGUL ATEŞ
ÛGÛR  KAYNAR  
SERPÎL CANÎK 
ÎNCÎ TURK 
BEHCET AYSAN 
HANDAN METÎN 
HASRET GÛLTEKÎN 
MUAMMER CiCEK 

MEHMET ATAY 
NESÎMÎ CÎMEN 
GULENDAR AKCA 
METÎN ALTIOK 
YASEMÎN
ASUMAN SÎVRÎ
MURAT GÜNES 
AHMET ÖZTURK 
KENAN YILMAZ  
AHMET ALAN 
SERKAN DOGAN 


Malbatan  ji ajansan , ji nûçeyan navê xizmên xwe dibihîstin û berbi Sêwasê birêketin. Hîkmet   Ozkan, 2 keçê xwe bi navê  Hûrriye û Yeşîm, di vê komkujiyê de winda kiribû..

Rop: Hîkmet 3  germahiyek avêtibû ser dilê min û maliya min.avek wek cemedê jî ev agirî hînik nedikir..Bi şev Mehmet Turk têlefonî me kir..Got Yeşîm û Mûammer di têlevizyonan de derketî hay te jê heye..ji xizmên me yekî dinan jî têlefon kir..got hûn ajansê temaşe dikin an na..Di nûçeyan de di destpêkê de navê Yeşîm derbasbûbû..Û êdî min nikaribû xwe bigirim.. Min bangî maliya xwe kir û jire got..

Dayika Serkan Dogan,Ferîze Dogan ji ajansan xebera reş digire.

„Bişev seat 12 bû..Di têlevîzyonan de binnivîsa nûçeyan derbas dibû..Navê Hasret Gultekin derbas bû..Heman Serkan hat bîramin,jiber ku Hesret ji Serkan pirr hez dikir, hertim hevdû didîtin.Digot Karaoglan li ser saz rind bixebite.digot ti gelek xweş li saz didî,hiç jê dest bernede..Di nûçeyan de navê Hesret Gultekîn hat gotin,piştre jî navê Serkan Dogan gotin..û mal serû bin bû.. millet(gel) li mala me civiyan.“

Dora rojê di 3 yê Tîrmehê de 3 roj rewşa awarte hat îlankirin..

Di vê navberê de berpisyarên vê qetlîamê xwe dabûn alî.. 

Daxwiyaniyên rayedarên dewletê,her tişt radixist ber çavan.Rola dewletê ya di vê komkujiyê de, di van daxwiyaniyan de derdiket holê.

............

Devlet dîsa wek mînakên berê him dozger bû him jî sucdaran diparast.Di doza yekemîn de, hin kesan 3-4 sal ceza girtin..Dadgeha bêteref Ezîz Nesîn wek provaktor nîşan dida..

Di dozêde wezîrê dadê Şevket Kazan parezeriya kûjêra kir.Ev yek bi serê xwe siqandelek bû.

Di pêvajoya demê de artêşê bi navê Têkoşîna li dijî îrtîcayê  midaxleyî siyasetê dikir.Û ev doza qetlîama Sêwasê  ji nû de hat rojevê..Dîsa ev dadgeh kesên ku beraat kiribû anjî serbest berdabû ji nû de bi îdam û  Muebbet ceza di kir.. Di 27ê Cotmeha 1997an de di  encama dozê de 33 kesî îdam û yên dinan jî cezayên cûrbecûr girtin..

Lê 8 kûjer ji zîndanê fîrarkiribûn.Gelek wan jî derketibûn derveyî welat.Bi giştî 160 kes di vê dozê de hatin darizandin.Esas sêcdar derneketin pêşberî dadgehê.


Malbatên mexdûr li dadgehan,li kolanan de di meşan de hertim hatin copkirin û tedayî dîtin..dewlet ji bo xwe derxe pakiyê li dû hin leyizka bû..

Ferîze Dogan  „ ..em çûn dadgeha em hatin cop kirin,erişî parêzerên me di kirin,Em hatin sûcdar kirin..Mirov kuştin,mirov şewitandin,zarokên me şewitandin em mexdûr bûn û me bedêl da..Em hatin copkirin li cem dewletê em hatin sucdarkirin..Sûcême vegera semahê bû,Lêdana saz bû gotina sitranan bû leyizka şanoyê bû.Zarokên me çek çibû nizanibûn..Kêr ji nedigirtin destê xwe.Qelem di destê wan de çûn festîvalê. lê cesedên wan dan me.Ev yek eyb û şerma dewletê ye.Bila dewlet hertim bi vê şermê bijî..“

Hîkmet Ozkan „ ..ev karê dewleta kûr e..ev ji berê de hatî plan kirin..çawa erîşa cot kûleyên Emerîka nehatî zelal kirin û ancaq 20-30 sal şûnda were zelel kirin ev buyêr jî ewê waha were zelal kirin..Ev buyêr ji aliyê dewletakûr ve çawa hat plankirin,çawa pêk hat ewê were zelal kirin.û yek teseliya me heye ewjî mirovahî li vê yekê xwedî derdikebe..“

........

Wê demê li îktidarê koalisyona SHP û DYP hebû..Daxuyxaniyên desthilatdaran yên piştî buyûrê êşa malbatan diha zêde dikir..

Dîsa hin kesên ku navê wan di vê dozê de derbas dibû bûn parlementer û li parlementoyê de biryara hin komkujiyê dinan dan.

Piştî vê komkujiyê malbatên qurbanên Madimak, li hev civiyan,ji bo hin madimakên din neyên jiyîn ketin nava hewldanan û têkoşînek nû dane dest pêkirin..