Komkujiya Roboskî di sersala yekemîn de li paytexta Îngilîstan Londonê hate protestokirin. Çalakî bi hevkariya Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî û alîgirên Rêxistina Ciwanên Komunîst ên li Îngilîstanê hate lidarxistin.
Çalakî saet di 20.00 de li Harringey a li bakurê Londonê bi girtina trafîkê dest pê kir û heta Woodgreenê dewam kir. Di meşê de dirûşimên “Qatil Erdogan”, “Terorist Turkey”, “Bijî Serok Apo” “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin qêrîn.
Li Woodgreenê navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan yek bi yek hatin xwendin û piştre deqeyek rêz hate girtin. Her wiha axaftinên bi Înglîzî yên derbarê Komkujiya Roboskî de hatin kirin.
BELGEFILMA ‘NEGIRÎ DAYÊ EZ LI CIHÊ XWEŞ IM HATE NÎŞANDAN
Di heman saetan de belgefilma “Aðlama Anne Güzel Yerdeyim” ya li ser Komkujiy a Roboskî hatiye kişandin, li mala gel hate nîşandan.