Komkujiya Parîsê li Hannover, Dusseldorf û Viyana hatin protesto kirin

Komkujiya Parîsê li Hannover, Dusseldorf û Viyana hatin protesto kirin

Di ser komkujiya Parîs’ê ku di 9’ê Çilê 2013’an de 3 jinên şoreşger hatibûn qetil kirin de, nêzî salek derbazbû. Kurdên li Ewropayê wekî hemû rojên din yên çarşemê îro jî li gelek navendên Ewropayê çalakî lidar xistin.

Li bajarê Hannover yê Elmanya yê vê çarşemê jî Kurdan ji bo Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ‘Edalet’xwestin.

Komek çalakvan liber derê nûnertiya Firansa kombûn û bi pankartên “ sê jinên şoreşger li Parîs hatin qetilkirin” û “Ev bêdengiya we ji hevkariya we tê?” vekirin. Herwiha çalakvanan banga bejdariyê li mitînga ku wê di 11’ê Çile de were lidarxistin kirin.

Bi heman munasebetê li bajarê Dusseldorf jî çalakî hebûn. Çalakvanan bi durûşmên “Ev bêdengiya we ji hevkariya we tê?” gotin. Çalakvanên bejdarî çalakiyê bibûn ji bajarê Disburg’ê hatibûn. Herwiha çalakvanan daxuyaniyek dan û gotin: “ zanyarî û belge çi dibin bila bibin, netenê dewleta Tirk ji vê komkujiyê berpirse. Di serîde Firansa û welatên Yeketiya Ewropa jî berpirsin.”

Heman çalakî li paytexta  Awusturya Viyana jî hebûn. Rêkxistina jinên Kurd dibin pêşengiya  Awesta de çalakiyek  li darxistin. Di çalakiyê de posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê û PYD’ê hatin hildan. Bi zimanên Elmanî û Firansî pankartên liser “ Sê jinên Kurd hatin qetil kirin, em edaletê dixwazin” hatin hildan.

Heman çalakvanan liber derê nûnertiya Firansa saetek nobet girtin û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiye de îmze komkirin. Çalakvanan belavok bilav kirin.