Komkujiya ku li Parîsa paytexta Franse pêk hat û di encamê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan, lê Berlîna paytexta Almanyayê bê şermezarkirin.
Kurdistaniyên li Berlînê û komikên çepgirên Tirkiyeyî dê sibê saet di 11.00. de li ber balyozxaneyên Franse û Tirk çalakî li dar bixin destegulên reş deynin. Piştre dê saet di 15.00 de komkujî li Qada Hermanplatzê bê protestokirin.