Komkujiya li Dîlokê li bajarên Ewropayê tê şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyan komkujiya li Dîlokê şermezar dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyan komkujiya li Dîlokê şermezar dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyan komkujiya li Dîlokê şermezar dikin.
AÛRÎCH, NÎENBÛRG, HANNOVER
Kurdistaniyên li bajarên Aûrîch, Nîenbûrg û Hannoverê dijîn, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, find vêxistin û ew bi gulan bibîr anîn. Çalakiyên protestoyî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hatin organîzekirin. Di axaftinên li van çalakiyan de hat destnîşankirin, ku berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê AKP û Tayyîp Erdogan e. Wekî din, wê li Hannoverê roja 24'ê Tebaxê saet di navbera 14:00-18:00 de Meclîsa Jinê ya Ronahî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê veke.
MUNCHEN
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û Tevgera Jinê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. MLPD, DÎDF Munchen, DKP, ODP û sazî û rêxistinên şoreşger destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de belavoka NAV-DEM'ê ya bi zimanê Elmanî hat xwendin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin, li pişt vê komkujiyê hikûmeta AKP'ê heye ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Dîlokê, çalakî lidar xist. Kurdistaniyên li ber avahiya Şaredariya Drancyê li hev civiyan bi dirûşmên "Kujer Erdogan, Kujer AKP" meşiyan û rê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de der barê komkujî û tecrîdê de belavok hatin belavkirin.