BI DÎMEN

Komkujiya Helebçeyê û AKP li Stockholmê hatin şermezarkirin

Di salvegera 28. a Komkujiya Helebçeye de li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Di salvegera 28. a Komkujiya Helebçeye de li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de rejîma Saddam a di salên 1980'î de bi El Enfalê re li dijî Kurdan kampanya qirkirinê meşand û hikûmeta AKP'ê ya di roja îro de li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Bila careke din Hîroşîma, Nagazakî û Helebçe neyê kirin" û "Dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê bisekinîne" hatin vekirin. Di çalakiyê de ji bo bîranîna mirovên di sala 1988'an de li Helebçeyê û mirovên di roja îro de li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Hezexê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, deqeyek rêz hat girtin.

Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe li Meydana Sergelstorgê axivî û bibîr xist, ku beriya niha bi 28 salan, rejîma Saddam li hemberî gelê Kurd çeka kîmyewî bi kar anî û komkujiyeke mezin kir.

Goktepe da xuyakirin, ku di roja îro de jî êrîşên bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve li hemberî gelê li Bakurê Kurdistanê tên kirin û diyar kir, bajarên Kurdan tên bombekirin, sivîl tên qetilkirin, li Cizîrê mirov bi saxî hatin şewitandin, lê Yekîtiya Ewropa bi tenê lê temaşe dike. Goktepe ev nêzîkatiya Yekîtiya Ewropayê bi tundî rexne kir.

Goktepe diyar kir, nayê qebûlkirin ku Yekîtiya Ewropa ji bo pêşîgirtina li hatina penaberan alîkariya pere bide Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê yên li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan bêdeng in, bi hevkariya bi hikûmeta Erdogan û AKP'ê re sûcdar kir.

Di çalakiyê de dirûşmên "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin", "Piştgiriyê bidin Kurdistanê", "Jin jiyan azadî", "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

...