Komkujiya Enqereyê li Grazê hat şermezarkirin

Li bajarê Grazê, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin. Ji hikûmeta Awûstûryayê hat xwestin, ku zextê li dewleta Tirk bike.

Li bajarê Grazê, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin. Ji hikûmeta Awûstûryayê hat xwestin, ku zextê li dewleta Tirk bike.

Li bajarê Awûstûrya Grazê, gelek rêxistinên li ber avahiya şaredariyê civiyan, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyên çandê yên li Grazê jî di nav de 17 saziyan destek dan çalakiyê.

'EM HÎN BÊHTIR PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP'Ê

Di axaftinên li çalakiyê de, ji ber komkujiyê AKP hat şermezarkirin. Qisekeran diyar kirin ku ji derfetê desthilatdariya bi tena serê xwe ya AKP'ê biafirîne, ev komkujî hatiye kirin hat destnîşankirin ku divê raya giştî ya navneteweyî hîn bêhtir piştgiriyê bide HDP'ê.

BANGA LI HIKÛMETÊ

Di daxuyaniya hevpar de piştî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên aştîxwaze re hat dayîn û ji hikûmeta Awûstûryayê jî hat xwestin ji bo pêkhatina hilbijartinan di rewşeke azad û demokratîk de, zexta dîplomatîk li dewleta Tirk bike.

SAZIYÊN DESTEK DAN ÇALAKIYÊ

Saziyên destek dan çalakiyê ev in:

"Alevitische Gemeinde Graz 
Demokratisches Zentrum der KurdInnen
Foderation der Demokratischen Arbeitervereine (DIDF)
Funke
Gewerkschaftlicher Linksblock (GLB)
Grune Akademie Steiermark
Grune & Alternative Student_innen (Gras)
Interventionistische Linke Graz
Junge Grune
Kommunistische Jugend (KJO)
Kommunistischer StudentInnenverband (KSV)
KPO Graz 
Ort fur Kommunikation und Integration (OKI)
Sozialischtische Jugend (SJ)
Sozialistische Links Partei (SLP)
Steirische Friedensplatform
Verband Sozialistischer Student_innen (VsstO)."