Komkujiya Enqereyê li Berlînê hat protestokirin
Li Berlînê ji bo protestokirina Komkujiya Enqereyê meşek hat lidarxistin.
Li Berlînê ji bo protestokirina Komkujiya Enqereyê meşek hat lidarxistin.
Li Berlînê ji bo protestokirina Komkujiya Enqereyê meşek hat lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê Komkujiya Enqereyê hat protestokirin.
Di meşa ji aliyê Platforma HDP’a Berlîn ve hat organîzekirin nêzî du hezar kes beşdar bûn. NAV-DEM Berlîn, Kurdistan-Solidaritätskomitee, Civaka Elewiyan a Berlîn, AGIF, ATIK, DIDF, ODP, AABF, SDP, SYKP, ADHF, Antifa, Arab, Însiyatîfa Demokratîk a Dêrsim û Parlamenterê Partiya Çep a Elman-Die Linke Hakan Taş piştgirî dan çalakiyê, Meş heta Leopoldplatz dewam kir.
'QATIL ERDOGAN!'
Di tevahiya meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û pankarta, “Em ê netirsin, bêzar nebin, ji bîr nekin” hatin hilgirtin.
Çalakvanan dirûşmên, "Qatil Erdogan", "Bimire faşîzma AKP’ê", "Bijî biratiya gelan" qîr kirin.
Çalakî danê êvarî bi mîtîng û axaftinan bi dawî bû. Beşek ji girseyê ji wir ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê çûn dengên xwe bikar bînin.