Qurbaniyên komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn

Kesên di komkujiya Enqereyê de hatin kuştin bi merasîmekê hatin bibîranîn. Dayika Korkmaz Tedîk Zohre Tedîk axivî û got: "Kujeran ji bo dengên xwe bilind bikin ev komkujî pêk anîn. Em jî di 24'ê Hezîranê de hesabê vê bipirsin."

Di meha 32’emîn de kesên ku 10’ê Cotmehê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayî, li ber Gara Enqereyê hatin bibîranîn. Ji hêla Komaleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê (10 Ekim-Der) ve her meh di roja 10’emîn de bîranîn tê lidarxistin. Di bîranîna vê carê de xizm û malbatên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayî, birîndar, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan, wekîla hevseroka koma HDP’ê ya meclîsê Fîlîz Kerestecîoglu û namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Velî Saçilik tevlî bûn. Merasîm saet di 10:45’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.  

'TÊKOŞÎNA ME HETA EDALETA RASTÎ PÊK BÊ WÊ BIDOME'

Piştî merasîma rêzgirtinê seroka Komaleya 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakinci daxuyaniyek da. Sakincî got; “Ligel ewqas têkoşîna me  daxwazên me nehatine pêkanîn. Doza 10’ê Cotmehê wê weke sembolîk bidome. Lewma kujerên rastî yên vê komkujiyê, 19 bersûcên DAÎŞ’î nîn in. Me hêj berpirsyarên rastî yên vê komkujiyê di salona dadgehê de nedîtine. Lê belê heta edaleta rastî pêk bê wê têkoşîna me bidome.

'MIN DÎT KA DOZGER ÇIQASÎ DERENG TÊ'

Fîlîz Kerestecîoglu jî axivî û got, “Ez di 10’ê cotmehê de li vê qadê bûm. Min dît ka dozger çiqas dereng hate cihê bûyerê. Lê niha jî dibînim ka dozger çiqasî dilezînin ku li ser dozê bigirin. Ji bo wê dibêjim di vê dozê de mutaala nikare bê dayîn. Lewma hê hemû delîlên dozê hê nehatine komkirin.” 

'EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE HESABÊ WÊ BIPIRSIN'

Dayika Korkmaz Tedîk Zohre Tedîk ku kurê wê di kokujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî axivî û got: “Desthiladaran ji bo dengên xwe zêde bikin ev komkujî pêk anîn. Lewre piştî komkujiyê ew bi xwe li xxwe mikur hatin. Lê ez jî dibêjim madem wan ji bo dengên xwe zêde bikin ev komkujî pêk anî, em jî di hilbijartina 24’ê hezîranê de hesabê wê bipirsin. Ji bo xwîna zarokên me li erdê nemîne, em li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin.”