Komkujiya Çorûmê nehate jibîrkirin û adalet hate xwestin

Kesên ku di 1980’yî de di komkujiya Çorûmê de jiyana xwe ji dest dayin, di 36. salvegera xwe de hatin bibîranîn. Di çalakiyê de dema ku dihate xwestin kiryar werin darizandin provakasyona ku komeke faşîst dixwest derxîne hate valederxistin.

Di bîranînê de ku bi pêşengtiya Federasyona Bektaşî ya Elewî (ABF), Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Komeleya Çanda Elewî, Weqfa Çandî ya Anatololiyê ya Hecî Bektaşî Velî û Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê hate organîzekirin, li gel Wekîlên HDP’ê Erdal Ataş, Hazîran Hareketî, Halkevî, endamên DHF û SEP’ê Pinar Aydinlar jî di nav de gele kes beşdar bûn.

Di saetên sibehê de bi hezaran kesên ku li ber Weqfa Çandê ya Hacî Bektaşî û Mala Cem’ê civiyan pankarta bi navê ‘’29 Gulan – 4 Tîrmeh 1980. Me ji bîr nekin, em ê ji bîr nekin’’ vekirin û ji kolanên Bahabey û Gaziyê ber bi Kuleya Saetê ve meşiyan.

Li pêş Kuleya Saetê bi hezaran kes ji bo bibîranîna, di serî de yên Sêwas û Çorûmê, kesên ku di komkujiyên bi destê dewletê de pêkhatî de jiyana xwe ji dest dayin, deqeyekê rêz girtin.

 ‘EV SAL JI BO ELEWÎYAN SALA BERXWEDANÊ YE’

Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî Elewî Bakî Duzgun di axaftina xwe de got, kesên ku Îbrahîm Kaypakkaya di bin çav de kuştin niha dixwazin Hurşît Kulter nebedî kirin û pirsa, ‘’Hurşît Kulter li kû ye?’’ kir. Duzgun got li gel hemû zordariyan jî Elewî li Çorûmê, Meraşê û Sêwasê li ser piyan in û wiha pê de çû, ‘’Îsal ji bo Elewiyan sala berxwedanê ye û li gel hemû çewisandinan em ê têbikoşin.’’

Serokê Giştî yên PSDK’ê Ganî Kaplan jî  got, ew bi hurmet kesên ku 36 sal berê ji hêla faşîstan ve hatine kuştin bi bîr tînin û diyar kir, ‘’Em ji bo ku ev komkujî dubere nebin divê bibin yek, em li ser xwe bin. Rêya pêşîlêgiertina komkujiyan ew e ku em gund bi gund, kuçe bi kuçe xwe birêxisin bikin.’’

Kaplan got her kes van rojan ji bo cejnê ketiye ser rêyan û diyar kir, ‘’Em jî ji bo kesên ku ji kîsê me çûyin bi bîr bînin li rêyan in. Ku em jî nehatina kuştin me yê bikirîbûya cejnê bikin.’’

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan Huseyîn Batı got, ‘’Di serî de Meraş Terolar , heya ku zext û zordarî li ser Kurdan, jinan, şoreşgeran, zarokan hebe em nikarin li Ewropayê rehet bin.’’

HELKEFTA PROVAKASYONA FAŞÎSTAN

Dema ku axaftina Bati didomiya komeke ku li derdora mitîngê civiyan xwestin ku provakasyonê bikin. Ji ber ku faşîst bi gefan û sixêfan bi ser girseyê de çûn, rageşiyek çêbû. Piştevanên bîranînê bi dirûşma ‘’li dijî faşîzmê mil bi mil’’ berteka xwe nîşan dan û koma faşîs di bin parastina polêsan de ji qadê hatin dûrêxistin. Girseyê li derdora qada çalakiyê zincîr çêkirin û ewlehiya xwe pêk anîn. Piştî axaftinan bîranîn biç epik û dirûşmeyan qediya.

...