Komkujiya Çorûmê nehat ji bîrkirin

Komkujiya Çorûmê nehat ji bîrkirin

Di 33. salvegera komkujiya Çorûmê de, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal hat kişandin ser berxwedana Parqa Gezî, Lice û Roboskî û hat destnîşankirin ku ji ber hesab ji komkujiyan nayê pirsîn, komkujiyên nû rû didin.

Di Komkûjiya Çorûmê ya di 27'ê Gulanê - 5'ê Tîrmehê sala 1980'ê de 57 kes jiyana xwe ji dest dan, ji 200 zêdetir kes birîndar bûn, nêzî 300 xanî û kargeh hatin tahrîpkirin û şewitandin, bi hezaran malbat koçber bûn de, di rûpelên reş ên dîrokê de cihê xwe girt. Di salvegera 33. de li Çorûmê bi çalakî û bernameyan hate bibîranîn. Bi hezaran kes bi boneya 33'emîn salvegera komkûjiya Çorûmê, li Weqfa Çanda Haci Bektaşî Velî ya li Taxa Kalê li hev civiyan û panqarta "27'ê gulanê - 5'ê tîrmehê sala 1980'ê me jibîr nekiriye, nadin jibîrkirin" hate vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeya "Çorûmê jibîr neke nede jibîrkirin", "Dê hesabê Çorûmê bê pirsîn", "Rêheval Ethem nemir e", "Em di riya derbeya faşîst de hatin qetilkirin li Çorûmê" hatin berzkirin. Girseya di nava wan de rêxistinên Elewî yên ji welat û derveyê welat hatine, sendîqayên girêdayên KESK'ê, Emeklî Sen, HDK, ODP, TKP, CHP û Tevgera Şoreşa Berdewam (SDH) hebûn, heta kuleya seatê meşiyan. Bernameya bîranînê ji bo kesên di komkûjiya Çorûmê de û têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, dest pê kir. Serokê Şaxa HBVAKV'ê ya Çorûmê Nurettîn Aksoy, diyar kir ku ji bo kesên di komkûjiya Mereşê, Çorûm û Sêwasê di mejiyê mirovan de neyê jibîr kirin ji bo rûmeta mirovahiyê pir girîng e. Aksoy, da zanîn ku dadgeh hatiye dîtin, hin kes hatin mahkumkirin, lê komkûjiya Çorûmê bi temamî nehatiye ronîkirin. Aksoy, destnîşan kir ku ji bo li vê welatî bi temamî aştî û biratî çêbibe, divê dewlet bi komkûjiyan re rû bi rû bibe, ev komkûjî bê vekirin, darizandin careke din pêk bê. 

Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Ercan Geçmez jî diyar kir ku ew careke din komkûjiya li Çorûmê pêk hatî lanet dikin û wiha got: "Kesên di vê komkûjiyê de pêşengî kirin mixabin wicdana xwe lêpirsîn nakin. Em Elewî ne tenê li hemberî komkûjiya virin li hemberê hemû komkûjiyên di cîhanê de pêk hatine derketine. Qibleya me mirov e. Ey kesên qibleya wan mirov in, yên careke din ji bo mûxasebeya ûjdanê bikin hatine Çorûmê û yên Çorûmiyan dawetê muxasebeya wicdanê dikin, hûn hene ku dewletê bi komkûjiyê re rûbarî bikin? Em dixwazin careke din dosyaya komkûjiya Çorûmê vekin. Bizanibin ku hûn rûbar bibin hûnê azad bibin. Hûn çiqas rûbarê hev bibin hûn bibînin ku dijmin çewa hildiweşe. Hûnê bibîn in ku kesên oldariya kêman bi kar tînin, yên li ser vê rant bidest dixin, kesên xûlamiya emperyalîzmê dikin dê çewa hilweş e. Em bang li hemû kesên ûjdana wan heyî dikim; werin em hemû bi hev re rûbarî bikin, werin be hev re rûbar bibin û ji nû ve demokrasiyê, mafê mirovan bînin ser van axan." 

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê (AABF) Tûrgût Oker jî, diyar kir ku duh li Sêwazê bûn îro jî li Çorûmê ji bo lanetkirina komkûjiyê li hev civiyan e. Oker, wiha got: "Îro Pîr Sultan Abdal jî jiyabûya, dê berxwederê Gezi û çapûlcî bûya." Li ser navê Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) jî Melîha Uşutur axivî û anî ziman ku li hemberê polîtîqayên komkûjiyê ya hikumeta AKP'ê têkoşîna hevpar a gel pêwîst e. Uşutur, ev tişt gotin: "Li aliyekî em rihê me birayê me Ethem Sarisuluk dibînin. Em dema li Geziyê dinêrin canê me birayê me Medenî Yildirim ê li Lîceyê hate kûştin dibîn in. Ji ber vê yekê em ne qişla ne jî qereqol dixwazin. Azadî, wekhevî, biratî dixwazin." 

Piştî axaftinan çalakiya bîranînê bi dawî bû.