Komkujiya Cizîrê li Brîghtonê hat şermezarkirin

Komkujiya Cizîrê li bajarê Îngilîstan Brîghtonê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de banga "bes bêdeng be, vî şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd bisekinîne" li raya giştî ya Brîtanyayê hat kirin.

Kurdistaniyên li herêma Sûssex a Îngilîstanê dijîn, tevî dostên xwe, sûcên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê dike şermezar kirin û banga hişyarî û baldariyê li raya giştî ya Brîtanyayê kirin.

Bi vê armancê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê, li navenda bajarê Brîghtonê, bi desteka aktîvîstên Brîtanyayî çalakiyeke protestoyî organîze kir. Di çalakiyê de hat ragihandin, dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê gelê Kurd qetil dike. Çalakgeran li ser hovîtiya li gelê Kurd tê kirin belavok belav kirin û dan zanîn, ku di bin navê "qedexeya derketina derve" de hêzên dewleta Tirk bi sedan sivîl qetil kirine.

Hat destnîşankirin, ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên li dijî mirovahiyê kiriye bê darizandin û bang li hikûmeta Brîtanyayê, rêxistinên navneteweyî yên weke Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat kirin, der hal bikevin nava tevgerê û komkujiyên li Kurdan tên kirin, bisekinînin.