Komkujî li Helsînkî hat protestokirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên bi hevkarî dikin, qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê tên ragihandin û terora dewletê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên bi hevkarî dikin, qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê tên ragihandin û terora dewletê hatin şermezarkirin.

Çalakiya protestoyî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Fînlandiyayê ve hat organîzekirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Di çalakiya ku gelek Kurdistanî lê amade bûn de, ji bo bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dane, find hatin vêxistin. Her wiha Fînlandiyayî û şêniyên Helsînkî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya bêdeng a rûniştinê dan.

...