Komîteyên Rojava ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kirin

Komîteyên Rojava yên li Swêdê dixebitin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, biryar dan ku dest bi kampanyayekê bikin.

Di qonaxa yekemîn de wê 1000 kart bên çapkirin û ji delagasyona Swêdê ya li Konseya Ewropayê û 337 parlamenterên Parlamenta Swêdê re bên şandin. Li aliyekî kartê wê nivîsa "Azadî ji Ocalan re" û "Tecrîdê tavilê rakin" were nivîsandin, li aliyê din jî wê li ser tecrîda ku ji sala 1999'an ve dewam dike, agahî bên nivîsandin.

Di çarçoveya kampanyayê de wê bang li CPT û delegasyona Parlamenta Ewropayê bê kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

BONK: OCALAN LÎDERÊ REWA YÊ GELÊ KURD E

Erîk Bonk der barê kampanyayê de ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku ji Nîsana 2015'an û vir ve têkiliya Ocalan bi cîhana derve hatiye birîn. Bonk got, "Ev yek binpêkirina mafê mirovan ê bingehîn e. Em nizanin bê niha dijî ya na. Saziya herî bi erk a li Ewropayê Konseya Ewropayê ye. Me biryar dan ku kartan ji delegasyona Swêdê ya li wê derê de bişînin."

Tomas Pettersson jî diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bikeve rojeva Konseya Ewropayê şandina kartan girîng e û got, "Demeke dirêj e destûr nayê dayin kes Ocalan bibîne. Ji bo teşhîrkirina vê kiryara li derveyî mirovahiyê divê ev yek ji mirovan re bê ragihandin. Ev yek di heman demê de ji bo naskirin û hînbûna armancên Tevgera Azadiyê ya Kurd pêwîst e."

Pettersson got, ew dixwazin kampanya şandina kartan heta meşa mezin a Sibatê ya ji bo Ocalan biqedînin.