Komîteya Şehîdan a KCK'ê nasnameya 2 gerîlayan aşkera kir

Komîteya Şehîdan a KCK'ê nasnameya 2 gerîlayan aşkera kir

Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnameya 2 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

-Ridvan Ortaç (Firat Bagok)

Di sala 1993'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 2011'an de li Edenê beşdar bû

Li qada Xinêrê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest da.

-Veysî Abî (Seyfî Comert)

Di sala 1981'ê de li Wanê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Wanê beşdar bû

Li Gare ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê di 29'ê Hezîrana 2010'an de jiyana xwe ji dest da.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê û Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a KCK'ê ji bo malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, nameyeke hevpar şandin.

Di nameyê de hat gotin, "Ji ber şert û mercên em tê de dijîn, ji ber hin zehmetiyên şert û mercên têkoşînê û me nekarî xwe bigihîne navnîşana we, ji bo demekê derengmayîn çê bûye."

Di nameyê de ji gelê Kurdistanê û malbatan re sersaxî hat xwestin û hat gotin, "Em dixwazin ku hûn bizanibin, em êşa we ji dil ve parve dikin û ji şehadeta hevalên xwe bi qasî we diêşin. Bi hilgirtina çek û ala wan re û bi bilindkirina têkoşînê di xeta şehîdan de, em hewl didin vê êşa xwe sivik bikin. Em ji we malbatên rêzdar hêvî dikin ku şehadeta zarokên xwe bi heman sebrê pêşwazî bikin û di heman çarçoveyê de nêzîkatiyê nîşan bidin."

Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Ji ber ku hûn xwedî zarokekî, birayekî û xizmekî ewçend leheng in, hûn çiqasî bi xwe serbilind bin, kêm e. Em weke hevalên wan, timî em pê ser bilind bûn. Ji bo pêkanîna armancên wan emê bijîn û ji bo ala wan li cihê herî bilind ê welatê demokratîk, azad-wekhev biçikînin, emê têkoşîna wan heta dawiyê bimeşînin. Ji ber ku dema şehîdên me ev ala xwe bi şeref radestî me dikirin, ji vê rastiyê bawer bûn û bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan. Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê, ew paşeroja me, ew roja me ya îro, ew pêşeroja me ne. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan, dê gelekî azad, welatekî azad be."