Komîteya Pispor êrîşên komên çekdar û artêşa Tirk şermezar kir

Komîteya Pispor êrîşên komên çekdar û artêşa Tirk şermezar kir

Bi beşdariya piraniya endamê Komîteya Pispor ji herdû encûmenan û fermandarên Yekîneyên Parastin Gel (YPG), li navenda Desteya Bilind a Kurd li bajarê Qamişlo civîna Komîteya Pispor hate lidar xistin. Komîtê êrîşên komên çekdar û yên artêşa Tirk li ser herêma Efrînê şermezar kirin û ji komên çekdar yên li Rojavayê Kurdistanê xwest ku ji bo duristkirina rewşa xwe serî li Komîtê bidin, yan jî ew ê têkevin bin lêpirsîna zagonî.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Desteya Bilind a Kurd hatiye weşandin wiha tê gotin: "Beşdarên civînê geşedayînên dawî li rojhilata navîn û Rojavayê Kurdistanê nirxandin, her wiha êrîşên berdewam yên komên çekdar  li dijî herêmên Kurd û deskeftiyên gelê Kurd ku dixwazin van destkeftiyên bixwînê hatine afrandin têkbibin, hatin nirxandin"

Daxuyanî wiha dewam dike: "Ev êrîşa bi nêzîkbûna civîna Cenevreyê pêk tên, da ku gelê Kurd nikarinbe bi navê Desteya Bilind a Kurd nûneriya xwe bike."

Daxuyaniyê dest nîşan kir ku ev êrîş bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a şoreşa  19’ê Tîrmehê re pêk tên da ku wateya dîrokî ya vê rojê têkbibin, Daxuyaniyê  wiha dewam kir: "Êrîş di heman demê de li gelek deveran pêk hat, êrîşa artêşa Tirk jî li ser gundên Cindirêsê dide xuyakirin ku ev êrîş bi tevayî di çarçova pilaneke ji derve ve hatine pêkanîn."

Di civînê de êrîşên komên çekdar û yên artêşa Tirk li ser herêma Efrînê hatin şermezar kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir da ku karibin li hember êrîşan li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê biparêzin.

Komîtê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew tenê girêdayî biryarên Desteya Bilind a Kurd in, ku di 23’ê Mijdara 2012’an hatibûn standin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate dest nîşankirin ku girtina deriyê sînor yê Sêmalka ne di xizmeta gelê Rojava de ye, ji ber ku ew berî her tiştî deriyekî mirovahî ye, pêwîste nebe mijara bazarê di nav alî û partiyên siyasî de.

Di civînê de ji komên çekdar yên li Rojavayê Kurdistanê  hate xwestin ku ji bo duristkirina rewşa xwe serî li Komîtê bidin, yan jî ew ê têkevin bin lêpirsîna zagonî.