Komên siyasî yên PE aliyê kurd guhdarî kirin

Komên siyasî yên PE aliyê kurd guhdarî kirin

Berpirsên maseya Kurdistan û Tirkiyeyê ya Komên Siyasî yên PE’yê geşedanên dawî yên siyasî yên aliyê kurd û bendewariyên ji YE’ê ji Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş guhdarî kir.

Parlamentoya Ewropayê (PE) bi hewldana Koma Dostanî ya Kurd di bin sernavê ‘Li Tirkiyeyê di alî Kurd û Pêvajoya Îmraliyê Diyaloga Siyasî ya ji bo çareseriyê’ roja çarşemê civînek pêk hat û ligel çar nûnerên koma siyasî ya PE’ê gelek parlamenter û rojnamegerên tirk tevli bûn.

Di civînê de mijarê wekê, pêvajoya Îmraliyê, rola Ocalan, şert û mercên muzakerê, PKK, helwesta YE ya di pirsgirêka kurd, cihê BDP’ê, Sûriye, Rojava, Komkujiya Parîsê, nêzîkatiya AKP, lîsteya teroê, bê baweriya aliyê kurd ya ji bo Enqereyê hatin nîqaşkirin. Ji bo pirsên di civînê de hatin pirsîn jî hemû kes bala wî li Selahattîn Demîrtaş bû.

PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ

Hevseroka komîsyona Parlamentoya Tevlihev ya YE-Tirkiyeyê parlamentera Fransî Helene Flautre, seroka koma dostaniya kurd ya PE li ser navê koma çep a Yekitiya PE’ê parlamentera alman Jurgen Klute, li ser navê koma Sosyalîst Demokrat Rîchard Howîd û li ser navê Koma Lîberal parlamentarê alman Alexander Lambsdorff di dîwanê de cihê xwe girtin. Dîwanê xwest pozîsyona aliyê kurd ji BDP’ê bê guhdar kirin. moderatoya civînê li ser navê Koma Çep Sreokê Koma Dostaniya Kurdan a PE parlamentera Alman Jurgen Klute kir.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew wek partiyê girîngiyê didin pêvajoya Îmraliyê û got tabuya ku bi Birêz Ocalan re muzakera nayê kirin hatiye şkandin. Demîrtaş got ku ligel hemû zext û zordariyan her tim israra xwe domandine û ancax ev pirsgirêk bi muxataban re bê çareserkirin.

STRATEJIYA ENTEGRÊ

Demîrtaş balkişand ser stratejiya Entegre ya desthilatdariya AKP’ê û got piştî komkujiya Parîsê rêveberên PKK’ê yên Qendîlê hedef hatine girtin. Demîrtaş got ev jî li Qendîl û Îmraliyê rê li ber pirsnîşanan vekiriye û desthilatdariya AKP’ê bê baweriya xwe zêde kiriye.

Demîrtaş wiha got hikûmet her tim bal dikişîne ser hevdîtinên bi Ocalan re û got: “Şert û mercên Ocalan têde ne ji bo muzakereyê ne mumkun e. Ji bo Ocalan bi rêxistin û derdora xwe îstîşarê bike şert û merc tune.”

OPERASYONÊN KCK’Ê

Parlamenterê Koma Lîberal Alexander Lambsdorff jî diyar kir ku pirsgirêka kurd ji bo YE’yê jî her diçe giran û girîngtir dibe û got AKP li aliyekê bi Ocalan re hevdîtinan dike û lia liyê din jî operasyonan didomîne. Lambsdorff got ew vê fêm nakin û got Erdogan behsa muzakerê dike kurd vê çawa dinirxîne û her wiha sedemên wê ji Demîrtaş pirsî.

Demîrtaş bersiv da û got: “Di pirsgirêka kurdan de nêzîkatiya bi leşkerî, ewlehiyê êdî îflas kiriye û bi taybet jî geşedanên Rojava desthildatdarî bê çare hiştiye.”

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN

Helena Flautre jî got nêzîkatiya berê ya li hemberî pirsgirêk kurd îflas kiriye û got: “Wêneyên Ocalan ne tenê li Tirkiyeyê li her derê Rojavayê Kurditanê dîtin. Divê ev jî bê hesab kirin. divê êdî şert û mercên Ocalan bên başkirin. Em di vî alî de ji hikûmetê din ava bendewariyê de ne. Piştî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd her tişt tevlîhev bû û ligel vê hawir ji bo muzakereyê başe. Ji bo muzakerayan divê êdî dem neyê wendakirin.”

Li ser vê Demîrtaş got ew ji bo vê şert naxwazin û got ew li dijî vê di nava pozîsyoneke erênî de ne û ji bo aştiyê di nava hemû amadekariyan de ne.

DIVÊ MAFÊ KURDAN BÊ NASÎN

Richart Howit jî got ew dixwazin Tirkiyeyê wekê endamê YE’yê bibînin û got bila mafê kurdan bê nasîn. Hovît wiha got: “Divê dozên KCK’ê êdî bi dawî bin. zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Parlamenterê Alman yê bi eslê xwe tirke Îsmaîl Ertug jî got divê mafên gelê kurd bên nasîn.

PKK DIVÊ JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN

Parlamenterê Fransî Marîe Chrîstîne Vergîat jî divê PKK ji lîstera Terorê bê derxistin û her wiha got ku piştî komkujiya Parîsê helwesta hikûmeta AKP’ê qet ne di cih de bû.