Komên siyasî yên Parlementoya Ewrûpayê: Em êrîşan şermezar dikin
Komên siyasî yên Parlementoya Ewrûpayê: Em êrîşên li dijî Efrînê şermezar dikin û divê bêdengiya civaka navneteweyî bi dawî bibe.
Komên siyasî yên Parlementoya Ewrûpayê: Em êrîşên li dijî Efrînê şermezar dikin û divê bêdengiya civaka navneteweyî bi dawî bibe.
Li Parlementoya Ewrûpayê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên Çepgir, Kesk û Rastgiran û partiyên din beşdar bûn. Di civîna çapemeniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin şermezarkirin.
Di civîna çapemeniyê de nûnerê HDP’ê yê Ewrûpayê Eyup Dorû û ji Civaka Siryan a Ewrûpayê Davîd Vergîlî têkildarî êrîşên li dijî Efrînê agahdarî dan.
Di civînê de Serokê Koma Çepgir ê Parlementoya Ewrûpayê Gabî Zîmmer axivî û got, “Konsey û komîsyona vê derê niha xwe nakin berpirsyar. Çekan didin. Elmanya dibêje ku, ‘Çekên ku em difiroşin, em nizanin tên bikaranîn an na.’ Ev nayê qebûlkirin. Divê hemû komên Parlementoya Ewrûpayê helwesta xwe diyar bikin. Di rojên pêş de ew ê li Strasboûrgê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ew ê rûniştinek were kirin. Divê êrîşên li dijî Efrînê jî têkeve nav vê rûniştinê.’
Endama Koma Keskan Rebacca Harms jî got ku, “Li bajarekî ku bûye sembola çand û aştiyê, êrîş hene. Ev rewşeke gelekî xetere ye. Êrîşên dewleta Tirkiyeyê di hiqûqa navneteweyî de cihê wê tune, divê ji ber van êrîşan Tirkiye were mehkûmkirin.”
Parlementerê Slovak a Parlementoya Ewrûpayê Branîslav Skrîpek jî diyar kir ku Tirkiye terorê dibe Efrînê û divê Yekîtiya Ewrûpayê li dijî qetilkirina sîvîlan derkeve.