Komên çekdar welatiyê Kurd Îsmaîl Hisên kuştin

Komên çekdar welatiyê Kurd Îsmaîl Hisên kuştin

Li Sûriyeyê komên çekdar ên nenaskirî welatiyê Kurd Îsmaîl Abid Hisên li ser rêya Humis -Ladiqiyê kuştin.

Di dema ku welatiyê Kurd Îsmaîl Abid Hisên bi erebeya xwe li ser rêya Humis- Ladiqiyê bi rêketibû, ji aliyê komeke çekdar ve hate rawestandin. Koma çekdar piştî ku ew ji erebeya wî derxistin destên wî li piş girêdan û gule li paşiya serê Îsmaîl Abid Hisên xistin û kuştin.

Îsmaîl Abid Hisên di sala 1976 an de jidayîk bibû û bavê 2 zarokan bû. Hisên li gundê Til Elbêa  ya Reqa hate defin kirin.