Komên çekdar li Efrînê û Kobanê 9 kes revandin
Komên çekdar li Efrînê û Kobanê 9 kes revandin
Komên çekdar li Efrînê û Kobanê 9 kes revandin
Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad û Cebhet El-Nûsra, li Efrîn û Kobanê 9 welatî revandin..
Komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad duh êrîşî gundê Başemra ya navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û welatiyên bi navê Êdan Xelîl, Mehmûd Hemada, Munîr Elî, Emîr Elî, Ebdulqadir Berhîm û hevsera wî Firyal ji gundê Başimrê û Mihemd Elî ji gundê Burc Silêman, revandin.
Li aliyê din jî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li ser rêya Heleb-Efrîn êrîşî otobusek rêwiyan kirin. Koma çekdar berê otobusê tevî rêwiyan dan cihekî nediyar û çarenûsa rêwiyan hîn nehatiye hînbûn.
Di vê navberê de, Rêxistina Mafê Mirovan M.A.D li Kobanê diyar kir ku çekdarên Cebhet El-Nusra 2 Ciwanên li ser riya Tilebyd Serêkaniyê revandine û êşkence li wan kirine.
Rêxistina M.A.D diyar kir ku malbata Mistefa Hebîb Hebîb ê ji gundê Berxbatan a Kobanê ji wan re diyar kirine ku çekdarên Cebhet El-Nusra li ser riya Serêkaniyê û Tilebyed zarên wan Ebid Hebîb Mistefa û Ebdilkerîm Hebîb Mistefa revandine û îşkence li wan kirine. Rêxistinê da zanîn ku Ebd Hebîn ji zindana Cebhet El-Nusra ya li depoyên genim ên Serêkaniyê reviyaye.
Têkildarî mijarê M.A.D daxuyanik da û nerazîbûna xwe nîşan da. Rêxistina M.A.D di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafê mirovan û saziyên mirovî kir da ku zextê li Cebhet El-Nusra bikin da ku Ebdulkerîm Hebîb berde ku vegere mala xwe.