Komên çekdar êşkenceya hovane li 2 şervanên YPG᾿ê kirin
Komên çekdar êşkenceya hovane li 2 şervanên YPG᾿ê kirin
Komên çekdar êşkenceya hovane li 2 şervanên YPG᾿ê kirin
Komên çekdar ên Artêşa Azad ku Cebhet El-Nesra piştgiriya wan dike, bi awayekî hovane, dijî zagonên navnetewî û mafê mirovan îşkence li şervanê YPG᾿ê Enes û Şiyar ên di encama êrîşa komên çete ya li ser benda kontrolê ya Til Xelaf dîl ketine destê komên çete û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Di rapora bijîşkî de ya nexweşxaneya netewî ya Serêkaniyê diyar kir ku cenazeyên şervanên YPG᾿ê Enes û Şiyar piştî lêkolînê diyar bû ku şervanên YPG᾿ê rastî îşkenceya hovane hatine. Di rapora bijîşkî de hate gotin ku şervanên YPG᾿ê piştî ku sivik birîndar bûne, dîl ketine destê komên çete û birînên wan ne dijwar bûn, yek ji wan gule di piyê xwe de xwaribû û yê din gule li zikê wî ketibû. Di berdewama raporê de hate gotin ku şervanên YPG᾿ê rastî îşkenceyê hatine, ling û destên wan hatine şikandin, çigare di laşê wan de hatiye vemirandin û bi erebeyê pêl laşê wan hatiye kirin.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku îşkenceya li ser dîlên şer dikeve çarçoveya binpêkirina hemû zagonên navnetewî û kesên van kiryaran dikin pêwîst e bêne darizandin.