Komên çekdar 2 welatî revandin
Komên çekdar 2 welatî revandin
Komên çekdar 2 welatî revandin
Hate ragihandin ku duh êvarê li herêma Mabata ya Efrînê 2 ciwan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ve hatine revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ciwanên bi navê Luqman Ehmed Ehmed û Nîdal Mihemed Ehmed tevî zarokê 8 salî Ebdullah Ehmed, ji bo ku wesayîta xwe temîr bikin ber bi Helebê ve derketin rê. Lê li ser benda kontrolê ya bajaroka Mari ku dikeve rojhilatê Helebê, ji aliyê komên çekdar ve hatin rawestandin. Li vir koma çekdar ku hate gotin girêdayî Artêşa Azad e, Luqman Ehmed û Nîdal Mihemed Ehmed revandin û zarokê 8 salî Ebdullah Ehmed jî bi wesayîteke din şandin Efrînê.
Ebdullah Ehmed, destnîşan kir ku koma çekdar Nîdal û Luqman ber bi bajaroka Til Refet a Ezazê ve birine, her wiha hemû tişt û wesayîta wan jî desteser kiriye. Ehmed got ku çekdar li wan xist tine û peyvên kirêt ji wan re gotin.
Derbarê herdu ciwanan de heta niha agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.
Komên çekdar beriya niha jî di navbera Efrîn û Helebê de gelek welatî revandibûn û îşkence li wan kiribûn.