Komeleya Xêrxwazî ya AKP’iyan hate şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku wan dikanek, febrîqeyek a kelûpelên plastîk, depoyek a keresteyan û komeleya Xêrxwaziyê ya AKP’iyan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku wan dikanek, febrîqeyek a kelûpelên plastîk, depoyek a keresteyan û komeleya Xêrxwaziyê ya AKP’iyan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir da diyar kirin ku wan li Stenbolê komeleyek a Xêrxwaziyê a di bin navê arîkarî kirinê de li dijî Kurdan “planên qirkirinê dikirin” şewitandine.
Di daxuyaniyê de agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:
“12’ê Tebaxê li Ayvacik a Çanakkaleyê dikanek a ‘girêdayî Tirkan’ hate şewitandin.
13’ê Tebaxê li herêma pîşesaziya organîzeyê ya Entalyayê febrîqeyek a çêkirina kelûpelên plastîk hatiye şewitandin.
13’ê Tebaxê li Enqereyê depoyek a keresteyan hatiye şewitandin û îmha bûye.
13’ê Tebaxê li Stenbolê navendek Xêrxwaziyê ya di bin navê çand û arîkarî kirinê de pereyan kom dikin, hatiye şewitandin.”