Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê hate avakirin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Amedê avabûna xwe ragihand.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Amedê avabûna xwe ragihand.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DGF) avakirina xwe bi daxuyaniya çapemeniyê li avahiya xwe îlan kir û rapora 2019'an a binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu, Serdar Altan û komek rojnameger amade bûn.
Hevserokên Komeleya DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan, li ser armanca komeleyê axivîn û rapor parve kirin. Ewil Hevserokê DFG'ê Altan, li ser armanca komeleyê axivî û anî ziman ku ji ber zextên li ser xebatkarên çapemeniyê zêde bûne, bi boneya piştevaniyê xurt bikin û mafê rojnamegeran biparêzin pêwistî bi avakirina komeleyê dîtin û wiha got: "Em ê bibin dengê civakê. Rojnamegerên ku heqîqetê ronî dikin û rastî tundiyan tên, em ê mafê wan biparêzin. Em ê her meh hewl bidin raporan aşkere bikin û mafê rojnamegeran biparêzin."
‘EM Ê LI HER QADÊ MAFÊ ROJNAMEGERAN BIPARÊZIN’
Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî ewil xwest ku êdî zext û tundiya li ser çapemeniyê bi dawî bibe bêtir rojnameger bi hev re di nava piştevaniyê de bin. Muftuoglu, daxuyanî xwend û wiha got: "Di serî de li welatê me rojnameger di rewşek pir dijwar re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de komek rojnameger li hev kom bûn û me Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ava kir. Ji bo îlankirina vê komeleyê em îro li vir in. Zextên di qada çapemenî û medya de pir zêde bûye. Dixwazin rojnamegerên bi rêxistin belav bikin. Em bawer dikin ku bi avakirina komeleyê em ê bêhnekê bidin rojnamegeran. Em ê li her qadê xwe bi rêxistin bikin û mafê rojnamegeran li her qadê biparêzin, em ê bi xebatên xwe yên nayên dîtin bidin xuyakirin. Yên nayên bihîstin bidin bihîstin.
‘TIRKIYE DI ALIYÊ BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEGERAN DE DI RÊZA YEKEM DE YE’
Muftuoglu, Anî ziman ku li her welatê cîhanê rojnameger di bin zextan de ne û wiha berdewam kir: "Rojnameger tên girtin, rastî êrîşan tên. Li Tirkiyeyê jî mixabin tundiya li ser rojnamegeran ne kêm e. Ji destgîrkirin û girtinan bigire heta gefên tên xwarin zext zêde ye. Zextên li ser rojnamegeran wisa zêde bûye êdî rojnameger nikarin li qadê xebatê bikin. Rojnamegerên mîkrofon, kamera ango wênekêşê dixin destê xwe û dadikevin qadê rastî hezar zor û zahmetiyan tên. Rojnamegerên li dijî desthilatdariyê tevdigerin nikarin bi hêsanî kar bikin. Tirkiye di aliyê binpêkirina rojnamegeran de di cîhanê de di rêza yekem de ye. Zêdeyî sed rojnameger niha ji azadiya xwe mehrûm mane. Rojnameger ji ber nûçeyên xwe û parvekirinên medya civakî tên parvekirin tên darizandin û girtin.
Herî dawî wekî Hempîşeyê me Azîz Oruç rojnameger bi hêsanî wekî ‘terorist’ tên îlankirin û tawanbarkirin. Em carek din bang dikin dest ji girtina Aziz Oruç û hemû hempîşeyên me yên girtî berdin. Bila hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Helwesta îqtîdarê nîşanî me dide ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh. Ev rewş ji bo rojnamegerên li derve jî lê ye. Ji ber ku rojnamegerên li derve jî nikarin azad nûçe bişopînin û binivîsin. Di 5 salên dawî de nasnameya zer a 3 hezar û 804 rojnamegeran hat betalkirin. tene di sala 2019'an de bi sedan rojnameger ji kar hatin avêtin.
‘HEMÛ XEBAT WÊ JI BO RONÎKIRINA RASTÎ Û HEQÎQETÊ BE’
Sala 2019'an ji bo rojnamegeran bû sala sala bêhiqûqiyê. Her roj rojnameger rastî tundiyê hatin. Her roj rojnameger rastî gef, binçavkirin, girtin û darizandinê hatin. Daneyên ku em niha di raporê de aşkere bikin nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya rojnamegeran tune ye. Di rewşek wisa ku dixwazin rojnamegeran bifetisînin de, me pêwistî dît ku em nefesekê bidin rojnamegeran û bi hempîşeyên xwe re piştevaniyê xurt bikin. Hemû xebatên me wê ji bo xizmeta civakê be. Hemû xebat wê ji bo ronîkirina rastî û heqîqetê be. Em soza vê yekê didin. Em li vir bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku di bin banê komeleya me de bibin yek. Ger ku em bibin yek, em ê karibin zext û zoriyên li pêş xwe derbas bikin. Em ê karibin bi hêsanî karê xwe bikin."
ZEXT Û TUNDIYA LI SER ROJNAEMGERAN A SALA 2019'AN:
* 75 rojnameger hatin destgîrkirin.
* Polîsan girtin ser mala 17 rojnamegeran.
* 24 rojnameger hatin girtin.
* Êrîşî 14 rojnamegeran hate kirin.
* 44 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin.
* Lêpirsîn li 33 rojnamegeran hate vekirin.
* 30 rojanmeger doz li wan hat vekirin.
* 477 rojnameger hatin darizandin.
* 72 rojnameger hatin cezakirin.
* 2 rojnameger hatin dersînorkirin.
* 130 rojnameger girtî ne.”