Komelaya Kurd a Torontoyê rêvebiriya xwe ya nû hilbijart

Komelaya Kurd a Torontoyê rêvebiriya xwe ya nû hilbijart

Li bajarê Kanada Torontoyê komelaya Kurd kongreya xwe ya 21'mîn li dar xist. Di kongreyê de ku ji sêsed kesî zêdetir kes tevlî bûn, rêvebiriya nû ya komele hate hilbijartin.

Di kongreyê de buyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hate niqaş kirin û hate gotin ku Kurdên li her deverê cihanê divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin.

Herwiha di kongreyê de siyasetmederê Kurd Şereffetin Elçî ku meha borî jiyana xwe ji dest dabû, hate bibîranîn. Di kongreyê de ji bo rêvebiriya nû ya komelê 12 kes hatin hilbijartin. Elif Dere û Îhsan Kaya jî bûn hevserokên komelê.