KOMAW têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xist

Komîsyona KOMAW Dûîsbûrg, ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Dûîsbûrgê standa agahdarkirinê vedan.

Çalakiyên bi armanca balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewopa hatibûn destpêkirin dewam dike.

Komîsyona Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Dûîsbûrg (KOMAW), ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê standa agahdarkirinê vedan.

Di standa agahdarkirinê de axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de bang hate kirin ku divê CPT bi lezgîn heyetekê bişîne Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û wiha got: “Divê li Îmralî bi Rêbertiya me re bicive û encamên wê bi raya giştî re bê parvekirin.”