KOMAW: Li dijî qirkirinan herin Newrozê

KOMAW’ê Newroz pîroz kir û got, "Ev Newroz li Efrînê Newroza rawestandina qirkirina Kurdan e."

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ji bo Newrozê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehîdên Newrozê û Efrînê hatin bibîranîn, komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helepçe hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û gelan hate pîroz kirin û hate gotin, ‘’Îro bi hiş û rihê azadiyê yê Newrozê, bi têkoşîna şervanên azadiyê yên li Efrînê û berwedana birûmet a gelê Kurd bûyina êgir û şewitandina faşîzmê ye. Ji bo vê jî ev Newroz li Efrînê Newroza ‘rawestandina qirkirina Kurdan e.’’

‘EM AGIRÊ SERHILDANÊ PÊXIN’

KOMAW’ê got, ‘’Ronkahiya agirê Newrozê, giyanê azadî û berxwedanê li Efrînê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê wê bibe serfirazî, agirê azadiyê yê Newrozê gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn wê dîsa ronak bike û têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bikeve.

Îro li Newrozê em rabin serhildanê, agirê serhildanê yê Newrozê em li kuçe, meydanan û li hemû deveran pêxin, cejna vejîn û berxwedanê ya Newrozê bi gelê xwe re pîroz bikin.’’