KOMAW: Ji bo em rê nedin faşîzmê ber bi Dusserdorfê ve!
KOMAW li dijî faşîzma AKP-MHP’ê banga tevlêbûna meşa Dusserdorfê kir.
KOMAW li dijî faşîzma AKP-MHP’ê banga tevlêbûna meşa Dusserdorfê kir.
Saziya Malbatên Şehîdan û Windahiyan (KOMAW) ji bo meşa Dusserdorfê ya banga tevlêbûna li çalakiyê kir.
KOMAW’ê di daxuyaniya xwe de got li Girava Îmraliyê li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran ya wiha heye ku li dîrokê mînakên wê nîn in. KOMAW’ê diyar kir ku şertên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê hiştin li derveyî şertên mirovî ne û gelê Kurd ti agahî jê wernagire. KOMAW’ê bi domdarî got bêdengiya dewletên Ewropayê û ji ber ku CPT berpirsyariya xwe bi cih nayîne hêrsa malbatên şehîdan û windahiyan zêde dibe, diyar kir ku heta ku derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan agahî neyê wergirtin gelê Kurd û malbatên şehîd û windahiyan wê li mala xwe rûnenin û heta ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were û azadiya Wî pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.
Xwedîderkriina azadiya li Rêbertî, azadiya Kurdan û rûmeta mirovahiyê ye.’’
BANG
KOMAW di daxuyaniyê de got:
‘’Ji bo xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê û azadiya me û ji bo ku em ji faşîzmê hesab bipirsin em Dusseldorfê veguherînin qada serhildan û bajarê berxwedanê. Em pergala Îmraliyê birûxînin!
Li kuçeyên Dusseldorfê li dijî zilma faşîzmê em hêz û dengê xwe bikin yek û li dirûtiya wan bixin, dengê azadiyê em bilind bikin!
Di serî de malbatên şehîdan û windayan em bang li gelê Kurd, derdorên şoreşger, demokratîk dikin ku tevlî meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê ya navendî ya Ewropayê bibin ku bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re û ji Girtiyên Polîtîk re Azadî’ ‘Em ê Rê Nedin Faşîzmê’, em bang dikin ku bi giyanê Apoyî bibin weke çemekî û biherikin!’’