Komalên Ciwan: Rêbazên polîsên AKP'ê û DAIŞ'ê ji hev cuda nînin
Komalên Ciwan: Rêbazên polîsên AKP'ê û DAIŞ'ê ji hev cuda nînin
Komalên Ciwan: Rêbazên polîsên AKP'ê û DAIŞ'ê ji hev cuda nînin
Komalên Ciwan, der barê qetilkirina Rojhat Ozdel ê ku di 6'ê Kanûnê de li navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin û piştre îşkence li cenazeyê wî hat kirin de daxuyaniyek da û got, "Ev rêbaza kuştinê ya polîsên AKP'ê, ji rêbazên kuştinê yên DAIŞ'ê cuda nîne."
Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hikûmeta AKP'ê ya nikare xwe li destketiyên gelê Kurd ên li Rojhilata Navîn rabigire, li gel hevkarê xwe DAIŞ'ê, li Kurdistanê bênavber komkujiyan dike.
Hat destnîşankirin, ku li dijî polîtîka û lîstikên AKP'ê yên li hemberî Kobanê şoreşgerên gel rabûne serhildanê, berxwedana li Kobanê silav kirine û nîşan dane ku ew li cem berxwedanê ne. Komalên Ciwan diyar kir, ku polîsên AKP'ê jî li dijî gel dest bi konsepteke mezin a êrîşê kirine, weke hedefa destpêkê jî dest bi qetilkirina ciwan û zarokên Kurd kirine û got, "Li van komujiyan yeka din li Geverê zêde bû. Fermana vê komkujiyê di civîna MGK a piştî bûyerên 6-7'ê Cotmehê de hatiye dayîn."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêkanînên li Geverê, pêkanînên salên 80, 90'î aniye bîra mirovan û hat destnîşankirin ku îşkenceya li ciwanên di operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî ciwanan piştî bûyerên 6-7'ê Cotmehê hatine binçavkiri, mejiyê hov ê AKP'ê radixe pêş çavan.
Komalên Ciwan Rojhat Ozdel bibîr anî û ji malbat û xizmên wî re sersaxî xwest. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê hesabê qetilkirina hevalê xwe Rojhat Ozdel bipirsin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin, ku li dijî terora dewletê, dûvikên wan û li hemberî polîtîkayên komkujî, tinekirin û qirkirinê yên AKP'ê, xeta serhildanê bilindtir bikin."