Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Li dijî êrîşên faşîstan, ku bi li Kurdistan û Ewropayê dest bi şova alê kirine, divê hemû ciwanên welatparêz li her cihî saziyên xwe biparêzin û destûrê nedin van xwepêşandanên faşîst."
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî êrîşên faşîst ên li dijî gel û saziyên Kurdan banga xweparastinê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta AKP'ê piştî çalakiya li Stenbolê girseyên faşîst herikandiye kolanan û bi destê kesên kontra êrîşî saziyên kurdan ên demokratîk, şoreşger û welatparêz dike.
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn, medya polîs jî a li devê Erdogan dinêre, bi zanebûn saziyên Kurdan ên demokratîk hedef nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, armanca rejîma AKP'ê ya faşîst ji êrîşên li dijî saziyên demokratîk, çavtirsandina gelê Kurd e û hat gotin, "Meymûnên nû yên medyayê, ku xwe weke pisporên ewlekariyê û leşkerî didin nasandin û li gorî dilê bloka faşîst tevdigerin, wê bi qasî serê derziyê jî tiştekî bi dest nexin."
'LI DIJÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST, BERXWEDANA BI RÛMET'
Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin, ciwanên Kurdistanê wê li pêşberî van êrîşên faşîst bêdeng nemînin û got, "Çawa ku di têkoşîna çil salan de ciwanên Kurd li dijî hemû êrîşên faşîst bi rûmetî li ber xwe dan, wê îro jî faşîstan bêbersiv nehêlin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî êrîşên faşîstan, ku bi li Kurdistan û Ewropayê dest bi şova alê kirine, divê hemû ciwanên welatparêz li her cihî saziyên xwe biparêzin û destûrê nedin van xwepêşandanên faşîst."
Di daxuyaniyê ji ji ciwanan hate xwestin, ku li her cihê lê ne, li dijî rejîma faşîst û alîgirên wê li ber xwe bidin û li ser şopa canbexşan, xwedî li nirxên wan derkevin û li qada lê ne ji girseyên faşîst biparêzin.