Koma Sosyalîst û Lîberal a PE: Qetlîama Lîcê dide îsyankirin

Koma Sosyalîst û Lîberal a PE: Qetlîama Lîcê dide îsyankirin

Serokê Koma Demokratên Sosyalîst a Parlamentoya Ewropa (PE) Hannes Swoboda û Serokê Koma Tifaqa Lîberal û Demokratan Guy Verhofstadt, Qetlîama Lîcê ya di encama gulebarandina leşkerên Tirk de ciwanê Kurd Medeni Yildirm hat qetilkirin û 9 kes birîndar bûn şermezar kir.

Swoboda û Verhofstadt  di daxuyaniya ku dan ANF’ê de, gotin ku qetlîameke bi vî awayî qet nayê qebûlkirin û destnîşan kirin ku êrîşên bi vî awayî, di pêvajoyeke hessas de mirov dide îsyankirin.

Serokê Koma Demokratên Sosyalîst a PE Hannes Swoboda got,  “Di pêvojeke ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogeke aştî û bi tenduristî tê axaftin û em jî girîngiyê didin vê pêvajoyê,  çêkirina qereqolên nû ku tên rojevê nayê fêmkirin.”  Piştî berxwedêrên Parka Gezî niha jî ku çekan li hemberî kesên çêkirina qereqolan protesto dikin hem mirov  xemgîn dike û hem jî nayê qebûlkirin.”

Serokê Koma Tifaqa Lîberal û Demokratan Guy Verhofstadt jî got, “Me beriya niha bi çend hefteyan li Parlamentoya Ewropa nîqaşek bi rê ve bir. Me li hemberî bûyerên wiha helwesta xwe nîşan da. Em niha jî agahiyan digirin ku kesên çêkirina qereqolan protesto dikin ji aliyê leşkeran ve tên gulebarankirin. Pêkanînên wiha mirov didin îsyankirin.”