Koma Sosyalîst a PE’yê: Divê YE piştgirî bide muzakereyan

Koma Sosyalîst a PE’yê: Divê YE piştgirî bide muzakereyan

Serokê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swobada xwest hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin vebiguherin muzakereyan û ji YE’yê xwest ku destekê bide vê pêvajoya muzakereyan.

Serokê Koma Soslyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda îro daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Divê PE destekê bide muzakere û diyalogên ku di navbera nunerên Kurdan û nunerên Tirkan de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ya li Tirkiyeyê”

Serokê Koma Sosyalîst bal kişand ku êdî divê bê fêmkirin ku pirsgirêka Kurd li tirkiyeyê bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin û got: “Ji bo çareseriya adil û mayinde ya pirsgirêka Kurd em  alîgirê wê yekê ne ku hevdîtinên di navbera rayedarên Tirk û tevî Birêz Ocalan nunerên Kurd de êdî vebiguherin muzakereyan.”

Swoboda diyar kir ku wana ji bo sibê di Lijneya Giştî ya PE’yê de bi armanca piştgirîdana pêvajoya hevdîtinan gotûbêja “Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka Kurd  diyalog” organîze kirine û da zanîn ku ew dê weke Koma Sosyalîst a PE sibê jî dê di vê çarçoveyê de peyam bidin.